‘Ez bûm aşiqê şoreşê’

Nûçeyên Jin

În 16 Tîrmeh 2021 - 05:40

  • Jina înternasyonalîst Nûjîn Derya: Ji ber ku her kes li ser sîstema kevin mezin bûye, ji guhertina vê ferasetê re jî demeke dirêj divê. Ya girîng ew e ku bi nirxên şoreşê re hem fikir û hem jî tecrûbeyên hatine kirin, bên bipêşxistin.

CÎHAN BÎLGÎN
ANHA/QAMIŞLO

 

Şoreşa Rojava kir ku çepgir, şoreşgerên li dinyayê berê xwe bêhtir bidin têkoşîna Kurdan û wan nas bikin. Hinek ji wan ji bo vê şoreşê ji nêz ve nas bikin, çûn Rojavayê Kurdistanê da ku şoreşê bi çavên xwe bibînin wê tecrûbe bikin. Nûjîn Derya jî yek ji wan e ku beriya bi 4 salan ji bo ji nêz ve şoreşê nas bike, berê xwe daye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Nûjîn Derya Elman e û pirr baş fêrî Kurdî bûye. Esas Nûjîn Derya biryar dabû ku salekê li herêmê bimîne, lê belê wê ji şoreşa jinê hez kir û êdî destê wê jê nabe. 

Şoreşê ez kişandim nava xwe

Berê Nûjîn Derya li Elmanyayê di nav komên ekolojîst, anarşîst û femînîst de maye. Nûjîn dibejê, di nav wan koman de gelek proje bi pêş dixistin, lê her tim ew li cihekî êdî asê diman, û vê têra wê nedikir. Ji ber vê, ew li tiştine din digere. Hingê ew dest bi naskirina paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan dike. Berxwedana Kobanê jî bandorê li Nûjîn dike û ew biryarê dide bê Rojava. Nûjîn wiha qala serpêhatiya xwe dike: “Gelek kes matmayî man ku li cihekî ewqas piçûk berxwedaneke mezin hatiye meşandin. Şoreşa li vir ez kişandim nava xwe. Beriya werim, min digot, ez ê salekê li gorî hêza xwe li vir bixebitim. Lê ez bûm aşiqê şoreşê û heta niha li vir im. Gav bi gav zimanê Kurdî jî fêr bûm.”  

Pozbilind in

Ew rewşa li Elmanyayê û Rojava wiha li ber hev digire: ”Li Elmanyayê gelek têkoşîn û serhildan çêdibin û tevgerên jinan hene. Lê heta ew jî heta bi deverekê; piştre her kes dîsa li gorî xwe, bi tenê tevdigere û di bin burokrasiya dewletê de ew piçûk dimînin. Her wiha zexta aborî ya kapîtalîstan dibe sedema bipêşnexisitina projeyan. Li Rojava rêxistinbûna civakê û nexasim a jinan di hemû warên jiyanê de heye. Mînak, di kooperatîf, komîn, meclîs, akademî û parastinê de jin pêşeng in. Di her warê jiyanê de alternatîfek ava kirin, bi pêş xistin û parastina wê kirin, ev feraseteke mezin e. Ev gelek bandorê li mirovî dike. Li Elmanyayê kesên têdikoşin pozbilind in, xwe ji civakê cuda dibînin. Lê li vir şoreşeke civakî çêbûye û hêzêke civakê jî heye. Ev têkoşîn û hêzêke cuda ye.”

Wateya înternasyonalîzmê

Gava ku behsa hewldan û meclîsên li Elmanyayê dike wan wiha li ber ên li Rojava digire: ”Ev meclîs zû hatin bêbandorkirin, fikrên wan ne demdirêj bûn. Li vir fikr û stratejiya demdirêj heye. Di gelek şoreşan de rêxistinkirina jinê ne esas e. Ji ber wê di nav civakan de guhertinên gelek kûr çênebûn. Şoreş li cihekî asê diman û zû dihatin fetisandin. Ji ber wê, xweparastina hevpar girîng e. Wateya înternasyonalîzmê jî hinekî ev e. Tecrûbeyên ku mirov ji têkoşîna Elmanya û Şoreşa Rojava bigire ew e ku tekiliyên kûr ava bikin. Bi belavkirina van tovên jiyana azad re konfederazlîma demokratîk ya jinê û gelê cîhanê nêz e.”

Ya ku li Rojava dibîne ji ya xeyalên wê jî wêde bûye: ”Min li vir ji xeyalên xwe zêdetir tişt dîtin. Gelek tişt li vir tên ceribandin. Di vê pêvajoya şoreşê de her tim gav tên avetin û tiştên şaş tên serêrastkirin. Bi hêz gavên nû tên avetin, ev gelekî girîng e. Ji ber ku her kes li ser sîstema kevin mezin bûye, ji guhertina vê ferasetê re jî demeke dirêj divê. Ya girîng ew e ku bi nirxên şoreşê re hem fikir û hem jî tecrûbeyên hatine kirin, bên bipêşxistin. Ev cewherekî gelekî dewlemend e. Di rewşên zehmet de çareserî dîtin, ceribandin, nirxandin, sererastkirin tê kirin.”

Înstîtuya Andrea Wolf
Gelek jinên cîhanê ji bo naskirin û fêmkirina rastiya şoreşa jinan, dixwestin werin Bakur û Rojhilatê Sûriyê û beşdarî xebatên xweser, civakî û zanistî bibin. Ji ber vê yekê Înstîtuya Andrea Wolf* sala 2019`an hate avakirin. Endamên Înstîtuyê xebata xwe bi rengekî komînal li ser bingeha paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê didin meşandin. Em hewl didin ku karibin bi Jineolojiyê wekî rêbaz, şêwazê fikr û pêdaketina jiyanê dakevin. Komek Spanî li vir pirtûkekê bi zimanê Spanî derxistin. Her wiha bi zimanê Ermenî jî pirtûk hate derxistin. Di heman demê de hin komên jinan ji welatên cuda tên û em li vir bi hev re dijîn. Em hewl didin tecrûbeyên li vir bi jinên welatên din jî bidin nasîn. Ji ber ku gelek kes şoreşa jinê meraq dikin û em jî hewl didin bi wan re parve bikin û bi jinên cîhanê re têkoşîneke hevpar bidin destpêkirin. Li ser tecrûbeyên li vir, em dikarin rêxisitina jinên cîhanê ava bikin. Jinên welatên cuda jî rêxistina jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît, êdî dizanin ev gengaz e. Rêxistinbûna jinan hêza vê şoreşê ye û cudabûna ji şoreşên din e.”

* Gerîlaya PKK’ê ya înternasyonalîst; 23’yê Cotmeha 1998’an li nêzî Şaxa Wanê di şerê li dijî dewleta Tirk şehîd bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.