Ewrûpayê xiyanet li jinên Kurd kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Îlon 2021 - 03:23

  • Nivîskar bi xwe gelek caran çû Rojavayê Kurdistanê û ji destpêkê ve destekê dide Şoreşa Rojava.

Bi rasthatina roja Aştiyê ya Cîhanê, nivîskarê Fransî Patrice Franceschi got, "Ewrûpayê bi tirsonekî xîyanet li jinên Kurd kir."

Patrice Franceschi gava mêvanê kanala radyoyê Sud Radio bû. Kitêba wî ya par li ser têkoşîna Kurdan a li Şengal û Rojava ya li dijî DAIŞ’ê bû.* Îsal romana wî ji weşanên Grasset derdikeve û weke xelatgirekî romana destpêkê romana wî derdiçe. Navê romanê ‘S’il n’en reste qu’une (Heke yeke tenê jî bimîne)’ e. Mijara romanê dîsa Kurd û Êzîdiyên li dijî DAIŞ’ê şerkirî ne.

Nivîskar bi xwe gelek caran çû Rojavayê Kurdistanê û ji destpêkê ve destekê dide Şoreşa Rojava.

Ji ber tecrûbeyên xwe ew ji bo Kurdên Rojava û berxwedana Kobanê di bernameyê de dibêje, “Ez bawer dikim ku ez hinekî van mirovan nas dikim, nexasim jî şervanên jin. Min hingê metnek nivîsî (Mirina ji bo Kobanê û bi Kurdan re). Gava ku mirov bi wan re be, ne weke şahid, lê weke aktor angaje be, û heke mirov rastiya tişta diqewime dibîne, hêdî hêdî û ji metnê û wê de, ev ji bo min êdî  veguherî pêdiviyekê ku ez tecrûbeya xwe veguherînim serwextbûnê û ji vê serwextbûnê edebiyatê çêkim.”

Carinan mirov bi mirinê rizgar dibe

Ew dibêje wî ji rastiyan, fîksiyon çêkiriye. Ev fîksiyon jî bi gotinên wî weke ‘destanekê’ ye. Karaktera sereke di romanê de jineke, lewma li gora wî diviyabû jixwe şervanên jin ên Kurd ev serpêhatî bigotana.

Raşel (Rachel) e ev karaktera sereke ye. Ew û şervanên din ên jin ‘kêmbûnê’ red dikin û ji bo wan ‘nirxa herî bilind azadî ye ku ji bo wê ew şer dikin, êşê dikişînin û dimirin’.

Ew di bernameê de dibêje, “Ewrûpayê bi tirsonekî xîyanet li [van] jinên Kurd kir.” Ew dibêje tecrûbeya wî kir ku ew “parçeyek azadiyê’ nas bike, “Nexasim jî, [min nas kir] ku mezinahî dikare di şikestinê de be jî, û carinan mirov xwe gava dimire rizgar dike.”
S’il n’en reste qu’une, édition Grasset, Paris 2021, 240 rûpel. 

* Avec les Kurdes. Ce que les avoir abandonnés dit de nous (Bi Kurdan re. Ya ku xiyaneta me bi wan re li ser me dibêje), Gallimard, 2020

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.