Ewledê cimaetê yê emekdar

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Gulan 2023 - 05:09

  • Nivîskar û folklornasê Kurd Heciyê Cindî weke ku nivîskar Wezîrê Eşo jî dibêje “ewledê cimaetê yê emekdar” e. Keda wî ya ji bo cimaeta Kurd, nexasim jî ji bo Kurdên Qafqasyayê ti carî divê neyê jibirîkirin. Berhemên wî hêvî û baweriya bi zimanê Kurdî her xurttir dikin û berê mirov didin folklora Kurdî ya dewlemend

WEZÎRÊ EŞO*


Bibêjin, Heciyê Cindî zanyar e, bi tenê zanyar nîn e; nivîskar e, bi tenê nivîskar nîn e; pedagog e, bi tenê pedagog nîn e. Sirafet û zanebûnên pirr, goveka hewaskariyê ya fireh keremine wisa ne ji bo wî, bi saya kîjanan ew di van hemû dereceyan de rûspî derketiye. Ew bû hîmdarekî edebiyata Kurdan a Sovyetê û Kurdzaniya Sovyetê. Wî afirandinên bedewiyê û xebatên zanyarî yên wisa nivîsî, wekî navekî herî layîq di nava dîroka çanda Kurdan de qezenc kir.

Emançayîr... Gundekî Kurdan ê biçûk, li qezaya Qersê, li pala çiyayên bilind. Serî binî sî, sî û pênc malên gund hebûn, bineliyên wî jî, tev qewm û pismamên hev bûn. Hema di vî gundî de, di sala 1908'an de, Heciyê Cindî ji diya xwe bû. Hecî hê zarok bû, çaxa ku dengê topan û tivingên şerê jiyanê ket çiya û baniyan, gelî û gebozên Emançayîra biçûkî edilî jî. Emançayîriyan didin ser rê û dirbên çetin. Xelayî, kuştin, nexweşî û mirin dibin xurê wan.
Li ser wan rê û dirban, dê û bavê Hecî û her du xwîşkên wî jî dimirin. Heciyê sêwî dikeve sêwîxaneyan.

 

Propagandaya jiyana me ya nû dike
... Sala 1929'an, Heciyê Cindî Xwendinxaneya Gumriyê ya Ders- dariyê xelas dike û tê gundê Qundaxsazê (niha bi navê Riya Teze) dibe dersdar. Li vir, em Hecî di odeyan de dibînin. Ew ne ku zargotina cimaetê dibihê, lê pê re jî dinivîse, wekî ji windabûnê xelas bike û bike erzîtiya gelek silsiletan. Sala 1930'yi, ew tê Yêrêvanê û di Fakülteya Zankoya Dewletê ya Zimên de tê qebûlkirin. Bi xwendine re bi tevayî Heciyê Cindi çawa dersdarê zimên û pedagojiyê di Xwendinxaneya Kurdan a Piştkavkazê ya Pedagojiyê de kar dike. Ew wisa jî, çawa serokê para edebiyatê, di rojnameya Riya Tezeyê da kar dike û bi redaktorê wê, Cerdoyê Gênco û hevalên mayin re propagandaya jiyana me ya nû dike.

 

Kurd bi pirtûkên wî edebiyatê hîn dibin
Pêşewayê kûltûra miletiyê bi wê re bi tevayî şev û rojê dike yek û ji bo zarokên Kurdan pirtûkên dersan jî amade dike. Sala 1932'yan, Elifbaya Heciyê Cindî çap dibe. Ji wê û bi şûn de ew pirtûkên der san ji bo komên bilind jî amade dike û ev êdî devî devî 40 salan e, wekî bi hezaran şagirdên Kurd bi pirtûkên wî zimanê dê û edebiyatê hîn dibin.

 

Teza li ser ‘Kerr û Kulikê Silêmanî Silîvî’
Sala 1933'yan, Heciyê Cindî di pey kutakirina zankoyê re di aspîrantûrayê de tê qebûlkirin û di dereceya Kurdzaniyê de hê kûrtir dibe. Ew sala 1940'î bi açixî teza doktorayê bi têmaya “Kerr û Kulike Silêmanê Silîvî” diparêze û bi wê yekê ve li Ermenistanê dibe zanyarê Kurd ê pêşîn. Ji wê û bi şûn de pirtûkên wî yên zanyarî yên hêja çap dibin. Sala 1964'an, Heciyê Cindî dereceya doktorê filolojiyê distîne, paşê profesoriyê didine wî. Bi vê yekê ve ew dibe doktor-profesore Kurd ê pêşîn di Yekîtiya Sovyetê de.

 

Karên Heciyê Cindî
Karên zanyar ên di dereceya zargotinzaniyê, zimanzaniyê, edebiyatzaniyê de heta hetayê ketine nava fonda Kurdzaniyê ya zêrîn. Ji wan xebatan em hema navên çend heban bidin: Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî, Folkilora Kurmanca, Şaxêd Êposa Koroxlî ye Kurdî, Memê û Zînê, Diharbûna Dostiya Cimetêd Ermeniya û Kurda Nava Zargotine Da Literatura (Edebiyata) Kurda ye Sovyetiyê, Gramatika (Rezimana) Zimanê Kurmancî (tevî Profesor A. Xaçatiryan), Xebernema Kurda ye Terminologiyê û gelekên mayîn.

 

Serê lodê girt
Li ser xebathezî û êrûdîsiya Heciyê Cindî ya mezin mirov bi tene dikare ecêbmayî bimîne.
Wê bi dewr û qurnan der heqa wî karê Heciyê Cindî yê mezin de bê nivîsandin, yê ku wî kiriye ji bo berhevkirin, lênihêrandin û çapkirina zargotina Kurdan a dewlemend. Romana Hewarî, ku sala par çap bû, çawa ku cimaet dibêje, serê lodê girt. Ew pirtûk bidestanîneke edebiyata Kurdan a Sovyetê ya mezin e.

Çetin e, gelekî çetin e mirov yeko yeko wan hemû kirinan bide kifşe, ku Heciyê Cindî ji bo temamiya çanda cimaeta Kurd kiriye. Heciyê Cindî 60 salan emir kiriye, lê hê bi kel û bêhna xortaniyê diafirîne. Vê gavê, ji bo çapkirinê gelek pirtûkên wî amade ne. Em ji hobêlyarê xwe yê ezîz re cansaxiyê û pirr quweta afirandêriyê ya teze dixwazin.

 

* Nivîskar Wezîrê Eşo ev nivîs di 20’ê Adara sala 1968’an de, ji bo 60 saliya Heciyê Cindî di rojnameya “Riya Teze” de dinivîse. Me awayê nivîsê yê di kitêba “Heciyê Cindî Jiyan û Kar” a Frîda Hecî Cewarî ya sala 2008´an li Amedê ji Weşanên Lîs derçûyî, wergirt. 

 

 

Çi bêjim bejna  siyarê min tê

 

Helbestvanê Kurd Fêrîkê Ûsiv jî di 70’ê saliya Heciyê Cindî de, sala 1978’an van ristên li jêr lê dike ji bo wî*:


Ew kî dibêje - hevtê salîme,

Min xitim kirye dehû du sî,

Ew "hevtê-mevtê" kê lev aniye

O li min kirine xewna qazî. . .

 

Îda "hobêlyar", îda "emekdar",

Îda "aqilbend", "kana ulma",

Îda "nivîskar", "doktor" û "dersdar",

Nizam çi û çi… na, qurba, na… 

 

Kengê min hevtê berevok çêkir,

Hevtê cildê xurt - xurû çîrok.

Hevtê serhatî-beyt ji ber lêkir,

Hevtê cild kilam, hevtê dîrok,

 

Hevtê laûjok, hevtê nivêjok,

Hevtê qelîbotk, hevtê qewilik,

Hevtê metelok, hevtê zûbêjok,

Hevtê bend beytê "Kerr û Kulik",

 

Hevtê berevok kilamê şînê,

Hevtê ya şayê, xêr û xweşiyê,

Hevtê varîyantê "Memê û Zînê",

Hevtê yê "Sîabend û Xeca Zerîn",

 

"Ûsivê Nevya", "Ûşiv û Xezal",

Ya "Zembîlfiroş", "Xanê Çengzêrîn",

Û hevtê şaxê "Rostemê Zal",

Hevtê pirtûkê şiyêr û poêma,

 

Hevtê ferhengok, xebemame,

Hevtê yê dersa, hevtê yê uhna

Û hevtê pirtûk jî yê tercma…

 

Û Xwedê ku hat hewara hevtê

Û du mileta, ya me jî tev,

O min nivîsî hevtê "Hewarî",

Hevtê romanê baş û bedew

 

Hingê, heyrano, hevtê salî na,

Hiz dikin bêjin sed û hevtê,

Hingê, qurbano, ez jî tevî we

Çi bêjim - bejina siyarê min tê…

 

* Ev helbest di kitêba Fêrîkê Ûsiv “Pampa Min: Berhemên bona zarokan” de ya ku li Yêrêvanê sala 2009´an derçû bi sernavê “Heciyê Cindîra: Bona heftê saliya wî bi hezkirin” di rûpleê 11 û 12´an de cihê xwe girtiye.   

 

 

 

90 pirtûk û berhevok li pey xwe hiştin

 

Heciyê Cindî Cewarî, 18’ê Adara sala 1908’an, li gundê Emançayîrê yê ser bi Dîgora Qersê, ji dayik dibe. Dawiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn di sala 1918’an de gava ku artêşên Tirkiyeyê êrişê tînin ser herêma Qersê, ku beriya hingê di nava sînorên Împaratoriya Rûs de bû û pê re jî ser bi Komara Ermenîstanê. Di bihara sala 1918’an de, li ser erdê Ermenistana îro û li herêma Qersê pê re wekî dewleteke serbixwe çêbûbû, Kurdên Êzîdî yên 16 gundên navçeya Dîgorê ji ber tirsa Roma Reş ji ciyên xwe dibin. Di wan rewşên giran de Heciyê Cindî dê û bav û du xwişkên xwe ji dest dide û ji ber vê yekê wî li sêwîxaneya Qersê pişt re jî li ya Gumriyê bi cih dikin. Ew li vê sêwîxaneyê dest bi dibistanê dike û hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Ew û hevsera xwe Zeyneva Îvo ji wan kesan in ku bingehê Radyoya Erîvanê datînin û li wir xebatên Kurdî birin serî. 5 keçên Heciyê Cindî û Zeyneva Îvo hebûn. Heciyê Cindî 1’ê Gulana 1990’î koça xwe ya dawî kir û li pey xwe bi qasî 90 pirtûk û berhevokan hiştin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.