Ew war e ne ew bihar e

Duşem 10 Hezîran 2024 - 00:32

  • Dayikên Aştiyê yên dijî darbeya qeyûm a li Colemergê nobetê digirin bal birin ser guherîna civaka Kurd û gotin,’’Kurd ne Kurdên berê ne. Êdî Kurdên berxwedêr hene’’ û destnîşan kirin Kurd wê bi berxwedaniya xwe dijî qeyûmgeriya darbekar têbikoşin.

Piştî qeyûm tayinî Colemêrgê hat kirin, bertekên li dijî qeyûm didomin. Bi biryara Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li ber şaredariyan çalakiya nobeda dadê dest pê kir. Dayikên Aştiyê ku beşdarî çalakiya nobeda li ber Şaredariya Akdenîzê bûn, destnîşan kirin ku divê têkoşîn were geşkirin. 

Ketine etra qoltixê xwe 

Tenzîle Baydarê anî ziman ku heta Şaredariya Colemêrgê neyê parastin dê qeyûm tayinî şaredariyên din jî bên kirin û got: “Li Tirkiyeyê dad tune, eger hebûya wê daxwazên gelê me bi cih bihata. Em li ser navê dayikên aştiyê neheqiyê, qeyûm û tecrîdê şermezar û lanet dikin. Em li ber Wezareta Dadê jî rastî neheqiyê hatin. Tevî em bi dehan dayikan re çûn jî, bi me re hevdîtin nehat kirin û hewl hat dayîn ku çalakiyên me bên astengkirin. Em dest ji vê dozê bernadin. Ew ketine etra ku tiştek bi qoltixa wan neyê, lê ji ber ku li hemberî vê zilmê bêdeng in, rojekê ew ê jî bikevin wê girtîgehê."

Êdî bes e! 

Sakîne Ertaşê bang li hemû Kurdan kir ku xwedî li vîna xwe derkevin û got: “Divê dengê me ne tenê Tirkiye, hemû cîhan bibihîse. Ev zilm wê heta kengî bidome? Em dest ji karên xwe berdidin û nobedê digirin, em hemû gelê xwe vedixwînin nobedê. Ji ber ku wijdanê me vê yekê qebûl nake. Em dibêjin êdî bes e. Em tayinkirin qeyûman qebûl nakin. Tu xanî çêdikî, kesek tê te bi zorê ji wê malê derdixe. Ma wê li zora mirov neçe. Çi ji destê me bê em ê bikin, em ê nesekinin."

Kurd ne yên berê ne

Halîme Kalkanê jî diyar kir ku gelê Kurd dengê xwe ne daye qeyûm, daye partiya xwe û got: “Divê baş bizanibin ku em ê dengê xwe biparêzin. Em ê li taxan û li kolanan bin. Kurd ne Kurdên berê ne. Êdî Kurdên berxwedêr hene.Ger îro bêdengî çêbibe, sibê wê qeyûm tayinî Stenbol û Enqereyê jî bê kirin. Divê partiyên din jî piştgiriyê bidin vê berxwedanê." Şerbet Altikê hemû kesên têkoşer silav kirin û got: "Çi dikin bila bikin, lê wê nikaribin me têk bibin." 

MA/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.