Ew pêşengên Tekoşîna Azadiya Jinê bûn

Şemî 29 Nîsan 2023 - 02:05

Navenda ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Serhedê di şer de şehîd bûne, eşkere kir û got, “Di 25’ê Nîsana 2023’an de li bejahiya navçeya Ebexê ya Wanê dema 2 hevalên me li ser erka xwe bûn, artêşa Tirk êrîşî hevalên me kiriye. Hevrêyên me Ekîn û Rosîda li hemberî dijmin xwe parastine, di vir de şer çêbûye û her du hevalên me heta nefesa xwe ya dawî bi fedayîtî şer kirine û şehîd bûne. Hevrêyên me Ekîn û Rosîda, milîtanên pêşeng ên Têkoşîna Azadiya Jinê, bi israra xwe ya di azadiyê de û bi helwesta xwe ya bi rûmet a ku li ber xwe dide, weke milîtanên Apoyî yên mînak di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet girtine.Em hevrêyên wan, em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe bi hişmendî û berpirsyariya layiqî wan, bilind bikin û xeyalên wan ên Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Ekîn û Rosîda, ji gelê welatparêz ê Serhedê û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Hevrêya me Ekîn di malbateke bi eslê xwe ji Milazgira Mûşê li Izmîrê ji dayik bûye. Di sala 2015'an de ji Serhedê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Ekîn weke milîtana pêşeng a YJA Starê rola xwe ya pêşeng di jiyan û şer de bi awayekî serkeftî bi cih anî. Hevrêya me Ekîn ku li hemberî dagirkeran berxwedaneke dîrokî nîşan da û heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi fedakarî li ber xwe da, bi têkoşîna xwe îspat kir ku ew hevrêya Zîlan û Bêrîtanan e.

Hevrêya me Rosîda di nava malbateke welatparêz a li Erziromê ji dayik bûye. D sala 2015’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Rosîda bû mîlîtaneke YJA Starê û têkoşînek bi serketinê dagirtî li pey xwe hişt. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê ala têkoşînê ya ku hevrêya me Rosîda dewrî me kirî hîn bilindtir bikin û di şexsê wê de deynê xwe yên li hemberî şehîdan bidin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye;

Ekîn Rizgar Malazgîrt (Nûran Altûnmakas), li Izmîrê ji dayik bûye, 25’ê Nîsana 2023’an li Serhedê şehîd bû.

Rosîda Bawer (Belgîn Guven), li Erziromê ji dayik bûye, 25’ê Nîsana 2023’an li Serhedê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.