Ew lehengên Amanosan bûn

Şemî 14 Çile 2023 - 00:39

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê gerîlayên şehîd de wiha ye; "Di 3'ê Cotmeha 2020'î de di êrîşên artêşa Tirk a mêtinger yên li herêma Amanosê, hevrêyên me Kemal Çiya û Rustem Efrîn ên ku demeke dirêj li Amanosê gerîlatî kirin û bi çalakiyên xwe derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin, heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me Kemal û Rustem mîrateyeke dewlemend a têkoşînê ji hevrêyên xwe re hiştin. Em soza xwe nû ku têkoşîna van hevrêyên xwe teqez bi ser bixînin.

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne;

Kemal Çiya (Ahmet Aza), li Efrînê jidayîk bûye, 3’ê Cotmeha 2020’an li Amanosan şehîd bû.

Rustem Efrîn (Alî Adnan Şêr), li Efrînê jidayîk bûye, 3’ê Cotmeha 2020’an li Amanosan şehîd bû.

HPG derbarê jiyan û tekoşîna gerîlayên şehîd de jî van agahiyan dide;

 

KEMAL ÇIYA: Nêzî 3 salan li Amanosan bêhesab û bi rengekî fedaî tevlî bû, bi wêrekiya xwe ya di şer de bû milîtanekî pêşeng, bû fermandarek. Li Amanosan li gel fermadnarên hêja yên mîna Dilşêr Herekol û Bedreddîn Amanos xebitî û têkoşiya. Di demekê de ku êrîşên dijmin giran bû, van fermandarên me yên hêja li heman çeperê şer kirin û heta nefesa dawî ji nirxên azadiyê tawîz nedan. 

 

RUSTEM EFRÎN: Hevrêyê me Rustem ji Skenderûnê heta bi Samandagi, hevrêyê me Rustem li gelek qadan wezîfe kir, roj bi roj xwe di gerîlatiya serdema nû de bi pêş ve bir û gihîşt asta fermandarê tîm. Ji ber ku baş bi qada Amanosê zanî bû, li her qada ku lê ma pêşengî kir. 

Di serî de malbatên hêja yên ku ewladên hêja yên mîna hevrê Kemal û Rustem mezin kirin û tevlî nava têkoşîna azadiyê kirin, bila serê xelkê Efrînê yê welatparêz û tevahiya gelê me yê Kurdistanê sax be."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.