Ew ê ‘Jin Art’ê ava bikin 

Nûçeyên Jin

Çarşem 20 Çile 2021 - 04:20

Li gorî nûçeya di Rojnewsê de Botan Germiyanê amade kiriye, şêwekar û rojnamevan Zehra Dogan a ku niha li Başûrê Kurdistanê ye, gotiye: “Hunerê xwe ji koka xwe digirim, koka min li ku derê be ez li wir xwe azadtir hîs dikim û bihêz dibînim.” Zehra Dogan da zanîn ew ê di çarçoveya fikra Jineolojiyê de kolektîveke hunermendên jin ên Kurd ava bikin û navê wê bikin, “Jin Art”.

Piştî ku Zehra Dogan ji hepsê derketibû, li Ewrûpayê bûbû penaber. 

Zehra Dogan ku niha di bin sîwaneya Jineolojiyê de hewl dide xebatên xwe mezintir bike, peywendiya Jineolojî û hunerê wiha pênase dike, “Ez niha li Başûrê Kurdistanê bi Jineolojiyê re kar dikim. Em dixwazin peywendiyeke bihêz a hunerê û zanistê bi hev re çêkin. Niha zanist û huner ji hev hatine qutkirin, lê di rastiyê de gelek bi hev ve girêdayî ne. Ez xwe di Jineolojiyê de dibînim, ji bo min weke akademiyekê ye. Jineolojî hewl dide ew zanista ku ji aliyê aliyê zilam ve ji rê hatiye derxistin, vegerîne ser koka wê û zanista jinê bi pêş bixe.”

Ji bilî avakirina Jin Artê û xebatên Jineolojiyê, Zehra Dogan dixwaze bi karê arşîvkirinê jî dakeve, "Tenê di yek çiyayekî Kurdistanê de bihezaran reng hene. Dixwazim çîrokên gundan, çîroka jinên ku di wan gundan de dijîn arşîv bikim."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.