‘Evdalê Zeynikê’ li Qamişloyê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 5 Mijdar 2022 - 03:11

Koma Çiya ya Şanoyê, li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo şanoya “Evdalê Zeynikê” derxist ser dikê.

Piştî ku şanoya Evdalê Zeynikê cara yekem li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran a Girkê Legê hat nîşandan, li navenda Çand û Huner a Qamişloyê jî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan, hate nîşandan.

Şano behsa jiyana Evdalê Zeynikê dike ku gelek destanên Kurdî heta bi roja me anîne. 

28 şanogeran di şanoyê de cihê xwe girtine. Lîstik wê li bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî were nîşandan.

ANHA/QAMIŞLO

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.