Ev wêne bi firê dixin

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Çile 2021 - 03:25

  • Di wêneyên Natsumî Hayashî de, mirov difirin!

Wênegirî, hunerê kêliyê ye. Kêlî jî klîşe ne. Lê her wênegir xwe bi klîşeyan sînordar nake. Wênegira Japonî Natsumî Hayashî jî yeke wisa ye. Ew bi kompozîsyoneke heyî razî nabe. Ew kompozîsyonên sewirandî jî weke adeta berê nake. Li wêneyekî bifikirin, her tişt normal be. Mirov li ser rê ji xwe re dimeşin, dikan, xanî, erebe... Lê mirova berê fokusa mekîneya Natsumî Hayashî lê, difire! Ew firîna ji nava wê kompozîsyona wekî din bi her tişta xwe tiştekî ji adetê ye, kêliyê dişikîne. Klîşeyê jî dişikîne.

Natsumî Hayashî wênegireke li Japonayayê dimîne. Ew ji bajarê Saitama ye. Ev wênegira ciwan a 29 salî herî zêde wêneyên bifirêketina xwe digire. Ew navê yowayowa li xwe dike; maneya wê qels, zirav e. Ji ber wê jî ew li xwe mikur tê ku hilgirtina kamerayên giran ji bo wê zehmet e.

Gelek kesên ku îlham ji Natsumî Hayashî girtine, weke wê wêneyên bifirêketinê, wêneyên ku tê de mirovek weke ku difire xuya dike, digirin. Bi vî rengî jî ew xwe ji rûtîna adetî xelas dikin. Lê ew di heman demê de wêneyê xwe jî ji heman adetîbûnê xilas dikin.

Çawa difire

Ji bo ku wêneyên bifirêketinê bigire, ew mekîneya Canon EOS 5D Mk2 û lensên Canon EF50mm F1.2L USM, EF24-70mm F2.8L USM, PENTAX 67 bi kar tîne. Kêliya resmê wê digire, ji 500´î yekê saniyeyekê ye. Tenê gava hinekî tarî be, ew ji 320´an yekê saniyeyekê dike. Piştî ku ew her tiştî hazir dike jî, bi pirranî ji kesekî dipirse ku wêneyê wê bigire, ya rastî ew kes pê li deklanşorê dike. Bi pirranî ev kes hevalê wê ye. Jixwe niha ew bi hevala xwe Hisaji Hara re vî karî dike. 

Lê heger ew di kompozîsyona xwe de nêzîkî mekîneya xwe be, eyarkirina heta bi 10 saniyeyan a xweber (ji bo mekîneya EOS 5D Mk2) ji bo şixulîna deklanşorê, ji bo wê bi kêr tir e. Yanî ew pê li deklanşorê dike û piştre li gorî kompozîsyona eyar kirî, diçe cihê ku xwe hilde. Lê beriya wê tevî komposîzyona xwe, fokusa mekîneyê jî bi destan eyar dike. 

Wêneyên 3D

Bi carekê wêneyê dixwaze nagire, ji ber wê gelek caran divê wêne bigire. 

Ji bilî van, ew wêneyên sê aliyî (3D) jî digire. Ji bo vê ew du mekîneyan bi kar tîne. Herdu jî Canon EOS 5D Mk2 ne û bi heman lensên PENTAX 67´ê ne. Heta ku mumkin e, wan nêzî hev dike. Ew kabloyan bi deklanşorên her du mekîneyan ve dike. Di vê heta ku mumkin e rohniya herdu mekîneyan (ISO), û leza kêliya deklanşorê weke hev bin. Di dawiyê de jî divê ew hemwext pê li deklanşoran bike, da ku wêneyên heman kêliyê bigire. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.