Ev jî hunerê xwezayê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 18 Îlon 2022 - 22:06

  • Carinan rohniya rojê dike ku ser behrê weke neynikeke zîvîn xuya bike. 

Carinan rohniya rojê dike ku ser behrê weke neynikeke zîvîn xuya bike. Wêneyekî ku astronotekî ji Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) girtiye, bêhna mirovî diçikîne. Di vî wêneyî de em dibînin ku tavê kiriye ku behra li dora du giravên Yewnanistanê weke neynikeke zîvîn a weke geravekê xuya bikin. ev fenomena guherîna rengan a di nava deryaya aram de xwe yekser di kameraya satronotî de daye der. 

Wêne 25´ê Hezîranê ji pencereya ISS´ê hatiye girtin. Girana li navenda wêne, girava Mîlosê ye. Ev girava volkanîk qederê 151 kîlometreyên bi çarçik berfereh e. Li rojavayê wê jî girava piçûk Antîmîlos heye û jixwe kes li wê giravê namîne. Ev eksa tîrêjên rojê nexasim di deryayên gelekî aram de xwe dide der. Yanî heger pirr kêm pêl hebin yan jî jî derya hîç pêlan nede xwe, em dikarin vê fenomenê bibînin.

Gava mirov ji dinyayê lê binihêre, mirov biriqînên ne bi rêkûpêk û eksên tîrêjan dibîne. Lê ji fezayê, ev biriqandin weke parçeyekî mezin ê zîvî xuya dike. Gelek caran jî bi sedan kîlometreyên bi çarçik wiha xuya dikin. 

Bi gera li dora xwe ya dinyayê, ev zîv jî li ser derya û behrên dinyayê dikare bigere. 

Di wêne de hin xetên weke pêlan hene, eynî weke çixîzkên li ser neynikekê. Sedema wan jî pêlên hûrik yên ji ber bê û pêlên di binê serzemîna behrê de ne. Lê ya ku herî zêde diyar xuya dike, geravên binê behrê ne.

Yek ji van geravan jî li rojhilatê girava Mîlosê ye ku weke hawîzekî dêwane yê bi peqpeqonkan xuya dike. 

Esas pêlên di nava avê de, pêyî xu şopekê li dûv xwe bihêlin, diherikin, diçin. Lê tîrêjên rojê kontrasta lazim derdixin holê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.