Ev bazar wê kê bişewitîne!

Sêşem 24 Gulan 2022 - 22:24

  • Parlamenter Kakabaveh: Bazara bi dewleteke weke delweta Tirk a  nijadperest a ku miletê wê ne xema wê ye, ji bo welatên weke Swêdê yên ku demokrasiyê ji xwe re dikin esas, gelekî tehlûke ye.

ERKAN GULBAHÇE

Li beramberî endametiya NATO'yê, hikûmeta Swêdê tawîz dabûn dewleta Tirk û ji ya xwe hatibû xwarê. Ji ber vê jî parlamentera serbixwe ya ku destek dida hikûmetê, Amineh Kakabaveh (Emîna Kakebave) êdî hew destekê dide hikûmeta heyî. Amineh Kakabaveh got, “Min hişyar kir.

Ez li bendê me ka ew ê çi bibêjin. Ez ê bêdeng nebim. Ez ê tim û daim ji bo mafên Kurdan têbikoşim.”

Dewleta Tirk beramberî endametiya Swêdê ya di NATO'yê de dixwaze qederê 30 kesan radestî wê bike. Sefîrê Tirk ê Swêdê Emre Kunt, zêdegaviya xwe qonaxeke din bi pêş ve bir, û xwest Swêd parlamentera xwe Aminah Kakabaveh a ku ne welatiya Tirkiyê ye jî, teslîmî Tirkiyê bike.   

Nijadperestiya li dijî Kurdan

Li ser vê daxwaza sefîr a skandal, Kakabaveh got, “Ez li Rojhilatê Kurdistanê hatim dinê. Ez welatiya Swêdê me. Ez ne welatiya Tirkiyê û ne jî ya Îranê me. Li gorî ew dixwazin min jî radest bikin, êdî hûn li meselê bifikirin.”

Amineh Kakabaveh got, dewleta Tirk li dijî Kurdan û azadîxwazan veguheriye zindanê û wiha peyivî: “Dewleta Erdogan, ev demeke dirêj e ku li hemberî Kurdan û kesên ji bo azadî û demokrasiyê dixebitin, siyaseteke nijadperest bi rê ve dibe.” Wê bi bîr xist ku di lîsteya dewleta Tirk de nivîskar û wergêr Ragip Zarakolu jî heye û got, “Tirkiye naxwaze ku dengê mirovên azadiyê dixwazin li deverekê jî bê bihîstin. Tirkiye dixwaze ew deng li Tirkiyeyê û di zindanê de bin.” Li gorî Kakabaveh bi dewleteke bi vî rengî re nabe ku mirov bazarê bike. 

Amineh Kakabaveh dewleta Tirk weke dewleteke nijadperest bi nav kir û wiha îşaret bi tehlûkeya bazareke bi wê re ji bo Swêdê kir: “Bazara bi dewleteke weke delweta Tirk a  nijadperest a ku miletê wê ne xema wê ye, ji bo welatên weke Swêdê yên ku demokrasiyê ji xwe re dikin esas, gelekî tehlûke ye.” 

Ewrûpa destûrê dide şantajê

Amineh Kakabaveh îşaret bi siyaseta Osmaniya Nû ya dewleta Tirk kir û got, dewleta Tirk ji tirsên dewletên Ewrûpî sûdê werdigire: “Dixwaze Kurdistanê, Yewnanistanê û gelek deverên din dagir bike. ji bo vê jî dixwaze sûdê wergire ji NATO'yê. Di dema xwe de li Efrînê, li Başûrê Kurdistanê û li gelek deverên din, bi xêra cihê xwe yê jeopolîtîk sûd ji NATO'yê wergirt. Eşkere ye ku ew zilamê Pûtîn e. Dixwazin wiha zextê li ser welatên Ewrûpî çêkin. Dizane ku pêdiviya Ewrûpayê niha pê heye. Ew jî li ber Erdogan serê xwe ditewînin. Dewletên Ewrûpî bi armanca Erdogan dizanin  û dîsa jî xwe lê kerr û kor dikin.”

Hişyar kir li benda bersivê ye

Amineh Kakabaveh bi yek dengî kiribû ku hikûmeta sosyal demokrat dengê baweriyê bigire. Ew dibêje, di mijara endametiya NATO'yê de Swêdê tawîz dane Erdoganî, gotibû, “Ez ê di ti dengdane diyarker de cihê xwe negirim û destekê nedim hikûmetê”. Gava me daxuyaniya wê bi bîra wê xist, wê got, “Min hişyar kir. Li benda bersivê me. Gava ku min destek da serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson, wê destekkirina Rojava erê kiribû. Wan ê kesên endamê YPG û YPJ’ê yên tên Swêdê weke terorîst nedîtana û ew qebûl bikirana. Min di serî de ji wan re got, heger wê bi çavê dewleta Tirk binihêrin, ez ê dengê xwe nedim wan. Min ew hişyar kirin. Ka wê çi bikin, ez li benda bersiva wan im.”

Wê wekî din jî got, “Dem wê nîşan bide ka ez ê bi vî dengî çi bikim. Lê bi ti awayî ez ê bêdeng nemînim.” 

Gefan li Kakabaveh dixwin

Parlamenter Kakabaveh da zanîn ku alîgirên Erdoganî di ser platformên dijîtal gefan lê dixwin û jê re e-mailan dişînin û di wan de jî gefan lê dixwin. Yên ku gefan lê dixwin “Faşîst, Îslamî, DAIŞ'î” ne.

Wê got, li Parlamenê û li derveyî parlamenê jî ew ê timî ji bo heq û mafê miletê Kurd têbikoşe û wiha peyivî: “Ji bo dewra bê ya parlamenê, ez di lîsteyê de nînim. Hûn ne endamê partiyekê bin, hûn nakevin lîsteyê. Ne li parlamenê jî bin, girîng e ku ev deng derkevin. Siberojê ez ê weke înternasyonalîstekê ji bo mafê mirovan, mafên jinan û yên Kurdan têbikoşim.” 

Parlamenterên Kurd bêdeng in

Amineh Kakabaveh, li ser rewşa parlamenterên din ên Kurd ên di parlamana Swêdê de jî peyivî û got, di nava van parlamenteran de çepgir, rastgir, ji fikrên cihê yên siyasî hene. Di dewamê de wê got, “Ez di saxiya xwe de her li dijî dîktatoriyê têkoşiyam. Bi ya min wan li dijî dîktatoriyê tiştek nekir. Sosyal demokrat in, lê nekarin daxuyaniyekê bidin û bibêjin, 'beramberî Erdogan divê şertên we ev û ev bin'. Heger Kurd li tevahiya welatan bibûna yek, rewşa me wê ne ev bûya. Weke siyasetvan, sosyalîst û aktîvîst ez ê hebim, lê belê heger ev ne ferdî be koletîf be wê encamê bi xwe re bîne. Heger parlamenterên Kurd ên li Swêdê hemû bibûna yek, wê ji tevahiya partiyan zext li dewletê bihata kirin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.