EURASIADOC li benda belgefilman e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 28 Tîrmeh 2021 - 04:05

Derhêner û çêkerên filman Samuel Aubin ji sala 2015’an ve EurasiaDocê li dar dixe. Ev festîvala belgefilman pêşî li Stenbolê bi rê ve çû, sala 2019´an li Amedê hat lidarxistin. EurasiaDoc îsal jî li Stenbolê tê lidarxistin û kesên bixwazin dikarin bi senaryoyên xwe yên dirêj ên belgefilman tevlî kargehên senaryoyê bibin û projeyên xwe bi pêş bixin.

EurasiaDoc 2021, bi hevkariya saziyên wek, Komeleya Rojhilata Navîn ya Sînemayê, Documentarist, Kolektîfa Filman a CinAmed, DocMonde û Ecran Libre tê lidarxistin. Her wiha Şaredariya bajarê Fransayê Lyonê û Sefareta Fransayê ya li Enqere jî piştgiriya aborî didin kargeha senaryoyên belgefilman ya EurasiaDoc.

Fikir çawa vediguhere projeyê?

EurasiaDoc, li ser du pirsên sereke disekine, “Fikir çawa vediguhere projeyê û proje çawa vediguherin senaryoyên belgefilman?” û “Dosyaya projeya belgefilman çawa tê amadekirin?”

EurasiaDoc dibêje, “Em ji bo zehmetiyên derhêneran ên di dema nivîsandina senaryoya belgefilman de li çareseriyên afirîner digerin!”

EurasiaDoc, wek kargeha filmên belgeyî tê lidarxistin û ji bo wan kesên bi belgefilman re mijûl dibin, dibe alîkar da ku senaryoya belgefilma xwe bi pêştir bixin û her wiha karibin ji bo projeya xwe bi filmçêkeran re têkiliyan xurt bikin. EurasiaDoc, ji bo pêvajoya projeyê bi awayekî profesyonel bi rê ve biçe, nihêrînên cihê yên hunerî jî bi pêş dixe û piştgiriyê dide senaryoyan da ku bi hêztir bibin.
 
Ji bo projeyan li fonan digere

EurasiaDoc, li gel vê yekê, rexnekirin û dahûrandina senaryoyan, lêgerîna derfetên aborî û dîtana fonan ji bo projeyan jî ji xwe re dike armanc û di vî warî de jî bi çêkerên hevpar û televizyonan re têkiliyan saz dike da ku piştgiriyê bidin projeyên hilbijartî.

Di dawiya miracaetan de 6 proje wê werin hilbijartin û ev proje tevlî kargehê bibin.

Beşa kargehê ya pêşî bi awayekî online di navbera 6 û 9’ê Îlonê de wê bi rê ve biçe.

Beşa duyem a kargehê jî dê li gorî rewşa pandemiyê di navbera 23 û 18’ê Cotmehê de li Stenbolê bi rê ve biçe.
Piştî ku ev kargeh bi dawî bibin, ji nava van 6 projeyan 3 proje wê werin hilbijartin û ji bo van projeyan “Hevdîtina Çêkerên Hevpar” wê were organîzekirin û di van hevdîtinan de proje werin pêşkeşkirin da ku piştigiriya aborî bigirin û werin çêkirin. EurasiaDoc heta 20’ê Tebaxê miracaetan qebûl dike. 

Ji bo miracaetê bitikîne

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.