- Peykersaza Ingilîz Sophie Ryder dinyaya xwe ya hilberînê weke dinyayeke aferîdên mîtîk neqandiye.
Peykersaza Ingilîz Sophie Ryder dinyaya xwe ya hilberînê weke dinyayeke aferîdên mîtîk neqandiye. Li vê dinyaya wê nexasim jî afirîdên nîv mirov û nîv heywan hene. Di nava van mexlûqên melez de nexasim jî mirovên ser kîvroşk balê dikişînin. Ew dibêje, pirraniya berhemên wê nîşana “eşqa jiyanê (joie de vivre)” ye. Ev eşqa jiyanê xwe di vê berhema wê ya nîvkîvroşkan de jî dide. Ev berhem sala 2013´an li ber Manastira Eberbachê hatiye danîn.
FRANKFURT