Êşkencekarekî din tê dadgehkirin

Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:15

  • Doktorekî din ê ji Sûriyê ji ber sûcên li dijî mirovahiyê li Elmanyayê tê dadgehkirin. Doza li dijî wî li Frankfurtê dest pê kir. Niha çavên raya giştî ya Kurd li wê yekê ye ka gelo rayedarên Elman wê li dijî qirkirina Kurdan li Efrînê jî bi heman rengî tevbigerin yan na! 

Li gorî tohmetên dozgerê Elman, doktorê eskerî yê rejîma Sûrî yê berê Alaa M. (gelek çavkaniyên derveyî Elmanyayê navê wî weke Alaa Moussa eşkere kirin) êşkence li dijberên rejîmê kiriye û ew kuştine. Rûniştinên dozê çarşemê li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfurtê dest pê kirin. Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî Îbrahîm Şêxo jî got, ew ji bo dadgeheke muhtemel a li dijî çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk a li Elmanyayê delîlan û agahiyan berhev dikin.

Doktorê leşkerî yê rejîma Sûrî, Alaa M. salên 2011 û 2012´an li du nexweşxaneyên eskerî yên rejîmê kar kir. Hingê gava ku xwepêşandêrên birîndar radikirin nexweşxaneyên rejîmê, li van deran êşkence li xwepêşandêrên birîndar dihat kirin û gelek ji wan dihatin kuştin. Li gorî dozgeriyê, Dr. Alaa M. jî êşkence li xwepêşandarên birîndar kiriye û ew kuştine.  

Dr. Alaa M. sala 2015´an çû Elmanyayê û weke bijîşkê alîkar li bakurê eyaleta Hessenê xebitî.

Lê şahidên hovîtiya wî gava ji çapemeniya Elman re peyivîn, Alaa M. sala 2020´an hat girtin û piştî bi salekê jî îdîanameya li dijî wî temam bû. Ew ji hingê ve girtî ye. Hîna nayê zanîn ka kengî wê tohmetbar xwe biparêze, lê em dizanin ku sê mexdûrên wî weke şahid û mexdûr tevlî dadgehkirinê dibin. 

Tohmetên giran

Di nava tohmetan de sûcên wî yên herî giran ên li nexweşxaneyên Homs û Mezzehê û li hepsekê, ev in:

- Wî hestûyên şikestî yên muxalifên rejîmê bi qesta bêyî ku bitevizîne emeliyat kirine.

- Wî bi pihînan û çoyan li girtiyan xistiye.

- Wî ji bo ku hêza xwe nîşan bide girtî kuştine. 

- Wî derb li hestûyên şikestî yên mexdûrekî xistine.

- Dest û firaxên cinsî yên mexdûran dax dane.

- Wî girtiyek bi derziya jehrê kuştiye.

Di îdîanameyê de ji birîndarkirina giran heta bi kuştin û sûcê li dijî mirovahiyî gelek tohmet hene. 

Dadgehên Elman li gorî prensîpa hiqûqa global van dozên li dijî sûcên giran vedikin, tevî ku sûc li ser erdên wê nehatine kirin. Ji ber ku dozên bi vî rengî buha ne, gelek welat xwe nadin ber wan. 

Ji bo vê dozê heta niha 14 rojên rûniştinan hatine diyarkirin. 

Beriya çendekê li Elmanyayê, dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê cezayê heta heta yê li doktorekî din ê rejîmê (Anwar R.) ji ber sûcên li dijî mirovahiyê birrîbû. 

Sûcên li dijî Kurdan û Rojava

Gelo Elmanya wê ji bilî DAIŞ´î û alîgirên rejîmê, dozê li dagirkerên dewleta Tirk jî veke yan na, wê xwe di vê dema li pêşiya me de nîşan bide.

Lewma destpêka hefteyê, 19´ê Çile me di rojnameya xwe de jî dabû zanîn ku kesekî bi navê Bashar Abu Saleh tê tohmetbarkirin, bi revandin, êşkencekirin û fîdyexwestinê ji xelkê Efrînê. Ji Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Leman Xelîl navê du şahidan jî eşkere kiribû û gotibû, heger şahid li Elmanyayê jî bên peydakirin, ew ê karibin bi rehetî bikin ku doz li dijî Abu Saleh bê vekirin.

Em doh bi serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûrî (ne heman rêxistin e) Îbrahîm Şêxo yê li Şehba re peyivîn. Îbrahîm Şêxo da zanîn ku ew hewl didin xwe bigihînin şahidan elaqedarî meselê, lê eşkerekirina navê şahidan jî weke karekî şaş bi nav kir. Îbrahîm Şêxo ku hiqûqzan e, da zanîn ku piştî eşkerekirina navan, ev şahidên li Efrînê, dibe ku ji ber zext û êrişên çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk ve bên bê dengkirin. Wî her wiha da zanîn ku ji bo berhevkirina delîlan û xwegihandina şahidan ew xebatên xwe li Şehbayê dewam dikin.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.