Êşkence li xwendekaran hatiye kirin
Duşem 29 Mijdar 2021 - 23:57
- Parlamentera Herêma Kurdistanê, Bedriye Îsmaîl behsa êrişên li dijî xwendekarên zanîngehê kir.
Parlamentera Herêma Kurdistanê, Bedriye Îsmaîl behsa êrişên li dijî xwendekarên zanîngehê kir. Bedriye diyar kir ku li dijî xwendekaran hêzên cûr be cûr hatine bikaranîn, di nava zanîngehên Silêmanî û Hewlêrê de li xwendekaran dan û dema ew kirin nezaretê jî nehiştin xwendekar biçin destavê jî.
Li seranserê Herêma Kurdistanê bi hezaran xwendekar bi rojan li dijî nedana xerca mehane û nebûna xizmetguzariyê li ser piya bûn. Heta pêr jî xwendekar bi çalakiyên cûr be cûr daxwaza mafê xwe dikirin.
Parlamentera Parlamena Hewlêrê ya ji Fraksiyona Komeleya Dadgerî, Bedriye Îsmaîl, bi daxuyaniyeke çapemeniyê behsa xwepêşandanên xwendekaran kir. Bedriye bi bîr xist ku ji bo çalakiyan pêwîstî bi destûrê nîne. Wê got, diviyabû polêsan parastina xwepêşandêran kiriba, lê li dijî xwepêşandêran hêzên cûr be cûr hatin bikaranîn. Ji bo vê, em bang li Wezîrê Karê
Hundir dikin da ku bê parlamenê û bersiva pirsên derbarê êrişên li dijî xwendekaran de bide.
Parlamenter Îsmaîl wekî din wiha behsa êşkenceya li xwendekaran kir: “Hêzên ewlekariyê bi borî û jopên ceyranê li xwendekaran dane û gaz bi kar anîne. Di nava zanîngehên Silêmanî û Hewlêrê de jî li xwendekaran dane. Gelek xwendekar piştî ku kirin nezaretê, heta bi 8 saetan rê nedan wan ku biçin destavê jî.”
Piştî ku xwepêşandanên xwendekaran bi dawî bûn, gelek xwendekar hatin girtin û hîna jî nehatine berdan.
HEWLÊR