Êşkence li 15´an kirin 13 kuştin
Çarşem 27 Tîrmeh 2022 - 21:15
- Li gorî rapora ÎHD’ê ya sê mehan li girtîgehan delweta Tirk ên li Anatoliya Navîn de, herî kêm 13 kes mirin û gelek bûyerên êşkence û muameleya xerab qewimîne.
Li gorî rapora ÎHD’ê ya sê mehan li girtîgehan delweta Tirk ên li Anatoliya Navîn de, herî kêm 13 kes mirin û gelek bûyerên êşkence û muameleya xerab qewimîne.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Rapora Şopandina Binpêkirna Mafan ên di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de li Girtîgehên Herêmên Anatoliya Navîn qewimîne, li avahiya xwe bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.
Li gorî raporê di sê mehan de li girtîgehan herî kêm 13 kesan canê xwe ji dest daye, ji van 13 kesan 5 kes girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar bûne, 4 girtî jî bi awayên gumanbar jiyana xwe ji dest dane û tê gotin 4 girtiyan jî întîhar kiriye. Li gorî raporê di van her sê mehan de 76 kesan ji bo girtîgehên herêma Anatoliya Navîn, 14 kesan jî ji bo girtîgehên din bi giştî 90 kesî miracaetî kiriye ji ber binpêkirina mafê xwe.
322 hezar girtî!
Di raporê de hat diyarkirin ku ji 30’ê Hezîrana 2022’yan şûn ve 283 hezar û 455 hikûmxar û 38 hezar 738 girtî bi giştî 322 hezar 187 girtî û hikûmxwar hene û ji van girtiyan 307 hezar 232 zilam in, 12 hezar 693 jî jin in û 2 hezar 262 jî zarok in.
Di raporê de behsa grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê jî tê kirin: Li Girtîgeha Afyonkarahisar a Jimara 1 a Tîpa T’ê, Girtîgeha Bolu Tîpa F’ê, Girtîgeha Çorûm / Sungurlu Tîpa T’ê, Girtîgeha Sîncanê Jimara 2 a Ewlehiya Bilind û Girtîgeha Jinan a Sîncanê grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê dewam dikin. Di raporê de behsa rojiya mirinê ya Sîbel Balaç û Gokhan Yildirim jî hat kirin.
Hezar û 517 girtiyên nexweş
Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî daneyên ÎHD’ê bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji van nexweşiya herî kêm 651 kesan giran û xedar e. Û li girtîgehên Anatoliya Navîn mafê tenduristiyê yê herî kêm 29 girtiyan hatiye binpêkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku dermankirina diranan a girtiyan tê astengkirin û girtî bi awayên kelemçekirî sewqî nexweşxaneyan tên kirin. Di raporê de hat gotin, mafê tenduristiyê yê girtiyan bi hincetên weke “doktor nîne” tên binpêkirin û rêveberiyên girtîgehan dermanên bi rapor asteng dikin.
Li gorî raporê di Nîsan, Gulan û Hezîranê de li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn êşkence li herî kêm 15 girtiyan hatiye kirin.
MA/ENQERE