Erza wan şikand diçin ber piyê wî

Pêncşem 19 Gulan 2022 - 22:36

  • Dîplomatekî NATO’yê ji bo şeva civîna NATO’yê ya li Berlînê ji Reutersê re gotiye, Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu “di moda krîzê de” bûye. 

Humeyra Pamuk ji bo ajansa nûçeyan Reutersê, li ser civîna NATO’yê ya li Berlînê nivîsî û hin agahiyên li piştperdê nîşan didin ku dewleta Tirk bi dîplomatên xwe eşkere zirzopiyê dike li welatên din ên NATO’yê.  

Dîplomatekî NATO’yê ji bo şeva civîna NATO’yê ya li Berlînê ji Reutersê re gotiye, Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu “di moda krîzê de” bûye. Yanî wî ne tenê şert danîne ber endametiya NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê, wî di heman demê de “dengê xwe li Ann Linde ya ji Swêdê hilda”. 

Dîplomatekî NATO’yê ji Reutersê re gotiye, “ji bo me ev demeke dîrokî bû, lê di heman demê de Çavuşoglu rabû got, 'siyaseta femînîst' a Linde ew aciz kiriye”. Ji bo ku rewş aram bibe jî gelekan tercîh kiriye, dengê xwe nekin. 

Şertê esasî yê Enqereyê ji bo van welatên Skandînavyayê ew e ku bela xwe li Kurdên li ser erdên xwe bidin û ambargoya hin sîlehan li dijî Tirkiyeyê betal bikin. 

Lê axir, piştre, Swêdê karî xwe bigihîne Enqerê û hefteya li pêşiya me wê heyeteke wê biçe Enqerê da ku wê ji bo endametiya Swêdê ya NATO’yê razî bike. 

Li aliyê din dewleta Tirk dixwaze Swêd û Fînlandiya 33 kesan radestî wê bike. Wan heta niha ev daxwaza dewleta Tirk qebûl nekiriye. Di nava wan kesan de ku dewleta Tirk dixwaze Swêd radestî wê bike, Sîraç Bilgin ê rehmetî jî heye. Sîraç Bilgin Çileyê 2015’an ji ber nexweşiyê wefat kiribû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.