Êrişkar çeteyên wan in

Pêncşem 17 Mijdar 2022 - 09:55

MUSTAFA ÇOBAN / ANF / HESEKÊ

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim êrişa li Taksîmê nirxand. Salih Muslim bal bire ser wê yekê ku êriş komplo ye, ji aliyê Hêzên Şerê Taybet ên dewleta Tirk ve hatiye organîzekirin û wiha peyivî: “Ev êrişeke terorîstî ye û em jî weke her kesî vê êrişê şermezar dikin. Ev entrîkayên Osmaniyan in û bi kêrî kesî nayên. Hêzên Rojava, QSD, Rêveberiya Xweser û PYD’ê me ji roja destpêkê ve gelek daxuyaniyên ji bo şermezarkirina vê êrişê dan.”

Lê digerin ku keysa xwe lê bînin

Salih Muslim got, divê li hemberî xetera zêdebûna êrişên li dijî Rojava tedbîr bên girtin û wiha dewam kir: “Êrişên li dijî Rojava ranewestiyane. Dikarin van zêdetir bikin. Ji ber vê yekê, pêwîst e hêz hemû û nexasim hêzên me yên demokratîk ji vê re amade bin. Divê em tedbîrên xwe wergirin.”
Salih Muslim da zanîn ku dewleta Tirk ji ber ku planên xwe yên li Rojava pêk neanîne, destê xwe avêtiye komployeke bi vî rengî û bi taybetî Kobanê kiriye hedef. Muslim got, “Bi taybetî Kobanê dikin hedef û ev ji bo tolhildanê ye. Tolhildana Kobanê ji bo wan mijara hişmendiyê ye. Ji ber ku DAIŞ li wir têk çû. Ji ber vê jî Minbic û Kobanê dikin hedef. Ev jî nîşan dide ku wan senaryo amade kiriye, dema keysa xwe lê bînin, ew ê êriş bikin.”

Çete li navenda êrişê ne

Salih Muslim diyar kir ku kesê piştî êrişa Taksîmê ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye girtin, wêneyên ku nîşan didin, têkiliya wê bi komên çete yên ser bi dewleta Tirk re heye û got, “Li herêmên me kes êrişkarê nas nake. Li hesabên medyaya dîjîtal were nihêrîn, tê dîtin ku têkiliya êrişkar bi komên çete yên weke OSO’yê re heye. Wêneyên ku bi alayên koma bi navê Sultan Murad hatine kişandin, hene. Ew bi xwe ne Kurd e, ti têkiliya wê bi Kurdan û rêveberiya Rojava re nîne."

Ji bo hesabê navxweyî ye

Salih Muslim bang li her kesî kir ku li hemberî êrişên bi vî rengî yên li dijî Kurdan hesas bin û dewam kir: “Bûyereke bi vî rengî ya provokatîf Kurdan dike hedef. Divê her kes, bi taybetî jî hêzên demokratîk li hember vê hişyar bin û hestiyar bin, baş dizanin ku ji salên 1970’yî ve ji aliyê Daîreya Şerê Taybet ve lîstikên bi vî rengî çawa tên çêkirin. Ez wisa difikirim ku haya raya giştî ya Tirkiyeyê jî jê heye. Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin. Bi komployeke bi vî rengî bi taybet polîtîkaya navxweyî kirine hedef. Bi vê yekê, hewl dan ku temenê xwe dirêj bikin. Divê em baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.