Êrişî penaberên ji Serêkaniyê kirin

Duşem 12 Îlon 2022 - 21:39

  • Di teqîna li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê de ya ku koçberên ji herêma Serêkaniyê ya dagirkirî lê dimînin, 4 kes birîndar bûn. 

Di teqîna li Kampa Waşûkanî ya li rojavayê bajarê Hesekê de ya ku koçberên ji herêma Serêkaniyê ya dagirkirî lê dimînin, 4 kes birîndar bûn. 

Doh danê nîvrojê li Kampa Waşûkanî ya 12 kîlometreyan li rojavayê Hesekê ya taybet bi koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî, motorsklêtek teqiyabû.

Navên du birîndarên rakirine Nexweşxaneya El Hikmê ya Hesekê, Mecîd Mihemed Elî (9 salî) rewşa wî giran e û Emîne Elî Omer (25 salî) destê wî birîn bûye û rewşa wê niha baş e.

2 birîndarên din jî rakirin Nexweşxaneya Gel a Hesekê û navên wan jî Salim Mehmûd El Ehmed (28 salî), Salih Mehmûd (23 salî). Rewşa wan niha baş e û ew ji nexweşxaneyê derxistine.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.