Êrişa ser ziman êrişa ser nasnameyê ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 19 Îlon 2024 - 18:00

  • Ji Enstutiya Zimanê Kurdî ya Amedê Fatma Budak Guler bal bire ser girîngiya perwerdeyê ya bi zimanê Kurdî û got; "Kesên nikaribin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin an jî nikaribin di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin dikarin xwe ji civakê dûr hîs bikin û bi zehmetiyên derûnî rû bi rû bimînin. Ji ber ku zimanê dayikê nasnameya mirov e.”

ROZA METÎNA/AMED
Li Kurdistan û Tirkiyeyê sala nû ya perwerdeyê dest pê kir. Lê belê bi milyonan zarokên Kurdan ji perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar tên hiştin. Di sîstema perwerdeyê ya Tirkiyeyê de zimanê Kurdî tenê wekî zimanê bijarte tê dayin. Lê belê di vî warî de jî qelsiyeke mezin heye. Gelek caran malbat dema diçin ji bo serlêdana dersa bijarte ya Kurdî astengî ji bo wan tê derxistin. Form nayê dayin û rêveberiya dibistanan dibêje mamoste tune ye. 
Di sala 2024'an de Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn gotibû wê 20 hezar mamosteyî tayin bikin. Lê belê ji bo zaravayên Kurdî, "Kurmancî û Zazakî" tenê 10 kontejan hatin veqetandin. 
Ji Enstutiya Zimanê Kurdî ya Amedê Fatma Budak Guler têkildarî girîngiya zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî her wiha bandora zimanê dayikê ya li ser zarokan, êrişên sistematîk ên li ser ziman û rola jinan a di zimanê dayikê de nirxadin kir. Fatma got: "Êrişên li ser ziman siyasî ne. Li dijî êrişan, parastina zimanê Kurdî divê her tim li pêş be."

'Em xwe bi ziman nas dikin'
Fatma di destpêkê de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û got: "Ziman hêmana herî girîng a çandê ye. Çand jî ji aliyê civakê ve tê afirandin. Loma mirov ziman, çand û civakê nikare ji hev cuda bigire dest. Bi hev re girêdayîne. Hemû nirxên civakbûyinê di ziman de veşartiye. Ziman nîşaneya nasnameya çandê û rêya têgihiştina cîhanê ye. Zimanê dayikê di heman demê de em pê hîs û ramanê xwe tînin ziman. Em xwe bi ziman nas dikin. Zimanê dayikê ji bo pêşketina hişmendiyê û di warê pêşketina hestên mirov de pir girîng e."

'Divê bi zarokan re Kurdî bê axaftin' 
Fatma diyar kir ku ziman bandorê li ser derûniya zarokan jî dike û wiha dewam kir: "Ziman ji bo jiyana mirovan taybet e. Cihekî girîng digire. Girîngiya herî mezin jî di serdema zarokatiyê de ye. Loma jî dema zarokak bi zimanê xwe nizanibe nikare xwe û çanda di nav de ye bi hev girê bide. Ev jî dibe sedema bandoreke mezin a li ser zarok. Zarok xwe ji wê çandê re biyanî dibine û ev yek bandorê li ser derûniya zarok jî dike. Loma divê em bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin."
Dibistan qira ziman û çandê tînin!
Fatma da zanîn ku zarokên Kurd niha nikarin bi zimanê dayikê perwerdeyê bibinin û wiha pê de çû: "Zextên pergala serdest bandoreke mezin li ser ziman û civakê dike. Kesên nikaribin bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin an jî nikaribin di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin dikarin xwe ji civakê dûr hîs bikin û bi zehmetiyên derûnî rû bi rû bimînin. Ji ber ku zimanê dayikê nasnameya mirov e. Tu bi kîja zimanî biaxive tu ew î. Gava tu li dibistanê bi zimanê xwe perwerdeyê nebînî tu ji nasnameya xwe jî dûr dikevî. Zarok dema li dibistanê bi zimanê dayika xwe perwerdeyê nebîne xwe li wir biyan hîs dike. Mejiyê zarokan wê demê serobino dibe. Loma perwerdeya bi Kurdî girîng e. Li dibistanan dema zarok bi Kurdî perwerdeyê nebinin wê demê qirkirina ziman û çandê dikeve meriyetê û polîtîkayên asîmîlasyonê dest pê dikin. Li dibistanan redkirineke mezin a ziman û çanda zarokan heye. Dixwazin bi perwerdeya li dibistanan te ji çanda te û nasnameya te dûr bixin û asîmîlasyonê pêk bînin.”

'Êrişên li ser ziman siyasî ne'
Fatma da zanîn li gel qedexeya perwerdeya bi zimanê Kurdî di heman demê de jî êrişên li ser zimanê Kurdî bi salan e dewam dikin û wiha lê zêde kir: "Niha êrişeke mezin li ser zimanê Kurdî heye. Ev êrişên bi salan e. Yek ji mînaka van êrişana jî reşkirina nivîsa 'Pêşî Peya' bû. Ev netehemulkirina ziman e. Ev êrişana em dikarin bi polîtîkayên rojane jî girê bidin. Piştî hilbijartinên 31'ê Adarê Kurdan di warê şaredariyan de serkeftinek bi dest xist. Ev êrişa li dijî nivîsa 'Pêşî Peya' bêtehemuliya li hember vê serkeftinê jî nişan dide. Lê nêrîn nikarin bi îradeya gel loma jî êrişî deskeftiyên Gelê Kurd dikin. Dixwazin bi zor û zextan van destkeftiyana têk bibin. Dixwazin bi vî rengî di kesayeta mirovan de û di civakê de şikestinekê çêbikin. Dixwazin civakê belawela bikin û di warê derûnî de jî têk bibin. Ew dizanin ku çiqasî jî nivîsa 'Pêşî Peya' jê bibin jî em ê dîsa binivîsin. Gelê Kurd bertek nîşanî jêbirina nivîsa bi Kurdî da. Êrişên li ser ziman siyasî ne. Li dijî êrişan, parastina zimanê Kurdî divê her tim li pêş be."

'Rola jinê ya di ziman de girîng e' 
Fatma bal kişand ser rol û misyona jinan a di qada zimanê dayikê de û got: "Ziman hêmana bingehîn a civakî ye. Ji bo civak ji hev perçe bibe jî êriş li ziman tê kirin. Loma jî di vir de rola jinan a girîng dikeve meriyetê. Ji ber civak ji aliyê jinê ve hatiye avakirin. Ji bo ragihandina ziman jî ji dîrokê heta niha jin gelekî girîng in. Sîstem jî ji ber di vê ferqiyê de ye loma êrişê dibe ser jinê jî. Gava jin têk biçe ziman û çand jî têk diçe. Mirov ziman ewil ji dayika xwe hîn dibe. Dema jin ducanî bin û bi zimanê dayikê biaxivin hîn zarok di zikê dayikê de be di bin bandora vê yekê de dimîne. Yanî bandorê li ser binhişiya zarok dike. Zarok dema tê dinyê dengê dayika xwe dîsa dibihîse. Loma dayik wexta bi zarokên xwe re bi Kurdî neaxivin ev di warê hestiyariyê de jî kêmasiyek gelekî mezin çêdike. Ji bo zarok di warê fikir û raman de qels nemînin divê bi Kurdî bi wan re bê axaftin. Wê demê zarok wê di warê kesayetî, zîhnî û civakî de jî xurt bin. Rol û modela jinan di vî warî de gelekî girîng e." 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.