Êrişa 9’ê Cotmehê

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 6 Cotmeh 2020 - 23:00

Piştî du rojên din salvegera yekemîn a êrişên qirkirinê yên bi plana Erdogan-Trump a li dijî Rojava ye. Bêguman biryara vê êrişê bi plana rêveberiya serokê Emerîkayê Trump û tîma Wezareta Derve ya Emerîkayê bi serokatiya James Jeffrey di civîna Qudsê ya sêalî de (Rûsya, Amerîka, Îsraîlê) ket pratîkê.
Ji salekê ve heta niha gelek raporên veşartî derketin û asta dijberiya Trump û Erdogan a li dijî Kurdên ku cîhan tevahî ji terora DAIŞ`ê xelas kir, eşkere kirin. Pirtûka şêwirmendê Serokatiya Emerîkayê John Bolton jî ku dengekî mezin veda, asta vê plana qirêjî derxist holê.
Kêm zêde heta niha plana êrişê ku bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî bi dawî bû, ji raya giştî ya cîhanê û nexasim a Kurdan re hatiye eşkerekirin. Bi gotina fermandarê giştî yê QSDʼê Mezlûm Ebdî ya wê demê; "Du rê li pêş me hebûn, a yekê em şerekî giştî dest pê bikin û ya duyemîn jî em gelê xwe biparêzin. Lê me xala duyemîn hilbijart û gelê xwe parast." xetereya komploya li dijî Kurdan hate şîrovekirin. Bêguman vê helwestê qedera Kurdan careke din guhart û Emerîka, Tirkiye, Rûsya û rejîma Sûriyê jî ne li benda vê helwestê bûn.
Îcar piştî salekê ji êrişê, gelo êrişa 9ʼê Cotmeha 2019ʼan ji bo Kurdan bi taybet û li ser asta herêmî û cîhanî bi giştî çi bi xwe re anî?
Li ser asta cîhanî; piştî êrişê Emerîkayê di nava xwe de kir du parçe anku beşek rêveberiya Trump û tîma wî ya bi serokatiya dostê Erdogan James Jeffrey hişt ku dewleta Tirk êrişî Rojava bike. Beşa din jî Wezareta Parastinê ya Emerîkayê û Kongre li dijî vê biryarê bûn. Di vê çarçoveyê de, gelek raporên ji cihê biryarê yên Emerîkayê derketin ku vê yekê piştrast dikin ku Trump û tîma wî hewl didin valahiya li herêma Rojhilata Navîn bi dewleta Tirk bidin dagirtin. Beşa din jî asta xeternakbûna dewleta Tirk û rolên wê yên qirêjî li dijî herêmê û li dijî berjewendiyên Emerîkayê li herêmê dizane, lewra rê nade ku tîma Trump xwesteka xwe pêk bîne. Ev rageşî heta niha didome û çavê her kesî li hilbijartinên serokatiya Emerîkayê ye ku êdî wê kî plana xwe pêk bîne.
Li ser asta herêmî; li gorî peymanên veşartî yên di navbera Erdogan-Trump de, diviyabû ku Erdogan di nava çend rojan de herêma Rojava heta herêma Til Koçer a li ser sînorê Iraqê dagir bikira. Lê berxwedana QSDʼê hevsengiya cîhanî û herêmî guhart. Ji aliyekî din ve jî, QSDʼê bi Rûsyayê re peyman çêkir ku derbasî herêma rojhilatê Firatê bibe û vê yekê planên dewleta Tirk û taybet plana Trump serobinî hev kirin. Bi derbasbûna Rûsyayê ya rojhilatê çemê Firatê û îmzekirina peymana Soçiyê ji bo kişandina QSDʼê bi kûrahiya 30 km ji sînor, hişt ku Emerîka bi lez û bez bikeve nava tevgerê û careke din hêza xwe şand herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Jixwe Trump texmîn nedikir ku QSD berxwedaneke bêhempa nîşan bide û bi hêzên din re bikeve nava dan û standinê da ku êrişê rawestîne.
Niha piştî salekê, Erdogan poşman e ku çima herêm dagir nekir û heta roja îro di şerê li Lîbyayê û di aloziya deryaya Spî de winda kir. Emerîka jî pê dizane ku şaşiyeke mezin bi vekişîna ji Sûriyê kir. Gelek rayedar û nivîskarên Emerîkayê jî got Trump heybeta Emerîkayê bi vekişanda ji Sûriyê winda kir. Lewra Emerîka dixwaze Rûsya ji rojhilatê Firatê derkeve û ew careke din vegerin herêmê.
Rûsya piştî êrişê tam gihîşt wê baweriyê ku serkeftinên xwe yên leşkerî li Sûriyê bê lihevkirina bi Rêveberiya Xweser re, wê bê wate bimînin.
Bi têkibirina plana komployê re derket holê ku Kurd di sedsala 21ʼan de êdî dikarin di nava hevsengiyên cîhanî û herêmî de bi awayekî dîplomatîk û zane cihê xwe bigirin û bibin aktoreke sereke.
Lê Kurdan piştî êrişê êdî dizanibûn ku bêyî yekitiya kurdî serkeftin wê tacîdar nebe. Lewra piştî êrişê, Mezlûm Ebdî mijara ku dijminên Kurdan nedixwest pêk were, ew jî yekitiya Kurdan bû, ji bo lihevanîna hêzên kurdî li Rojava însiyatîfek da destpêkirin. Heta niha tevî derengmayînê jî, encamên erênî dane û ev dan û standin hîna didomin. Plan û komployên li dijî Rojava nehatin sekinandin, ji bo serkeftinên Rojava werin tacîdarkirin, bêguman şertê yekê yekitî ye û xurtkirina têkiliyan bi dewletên cîran re ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.