Êriş hatin şikandin

Sêşem 25 Sibat 2025 - 02:45

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê şerê 24 saetên dawîn de ev agahî parve kirin:"Çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja yekşemê bi desteka balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êriş li derdora Bendava Tişrînê pêk anîn, hewl dan êrişî nuqteyeke şervanên me bike. Şervanên me bersiva êrişê da û şer rûda. Di şer de hejmarek çete hatin kuştin û hin birîndar bûn. Li eniya Dêr Hafirê jî çeteyan bi desteka balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişî nuqteyek şervanên me kir. Şervanan bersiv da û şerekî dijwar rûda. Şervanan nuqteyeke leşkerî ya çeteyan û motorsîklêtek rûxandin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna û Melha yê derdora Pira Qereqozaqê bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Di heman demê de gundên Tîna, Cade, Bîro Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha û Sina, girê Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 80 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawanan topbaran kirin, ji ber topbarana bêserûber zirarên madî gihaştin mal û milkên şêniyan. Çeteyan her wiha bi desteka balafir û obîsan hewl da êrişî nuqteyên hêzên me bikin. Şervanên me bersiv da û şer qewimî. Di encamê de êriş hat têkbirin û hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Balafirên şer û yên bêmirov di tevahiya rojê de li ser Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên wan digeriyan."

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.