Êriş bi destê sîxuran e

Duşem 25 Adar 2024 - 00:45

Mamosta û nivîskarên Herêma Kurdistanê gotin:“Sîxur agahiyan didin dagirkeran û êriş pêktên, ji ber ku hêzên dagirker weke din nikarin bigihin armancên xwe. Dijminê me diyare, divê em Kurd hev bigirin û van êrişan rawestînin.”

Êrişên dewleta Tirk yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ku têde xelkê sivîl dike hedef, bê navber dewam dikin. Li gel dagirkirin û komkujiyan, dewleta Tirk jîngeha Kurdistanê jî talan dike. Bêdengiya Iraq û Herêma Kurdistan ya li dijî êrişan jî dewam dike, lê nerazîbûna xelkê Başûrê Kurdistanê didome. Nivîskar û mamostayên Başûrê Kurdistanê derbarê mijarê de  axivîn. Mamosta Aram Hewramî destpêkê êrişên dagirkeriyê şermezarkir û got:“Êrişên rejîma faşîst yên li ser Herêma Kurdistanê, berovajiyê hemû peymanên navneteweyî ye. Ya ku mirov xemgîn dike ew e ku peywendiya dewletên ku dijminahiya Herêma Kurdistanê dikin, bi beşek aliyên herêma Kurdistanê re gelek xweş e.” Aram da zanîn ku dema ew li dîrokê binêrin, Kurd hertim di nava xwe de parçebûne û ev bang kir:“Ez bang li hemû hizbên Kurdistanê dikim ku bi hevre xwedî helwest bin û bibin yek, ji ber ku sedema sereke ya êrişan jî pirsgirêka di nava me bi xwe de ye.”

Serdestiya Iraqê nemaye

Nivîskar Aram Bamokî jî destnîşankir ku welatên dagirker bi hemû awayî sînorên Herêma Kurdistanê derbaskirine, li gorî vê jî Iraq serweriya yasayî û destûrî ya xwe ji dest daye û got:“Em dibînin welatên dagirker ji ber bêdengiya Iraqê, serdestiya xwe anîne nav Herêma Kurdistanê. Divê em weke Kurd bi rêbazek cuda li dijî dagirkeriyê rabin. Ev jî Kurdbûn û hestên neteweyî ye, parastina siyasî, rewşenbîrî û civakî ye. Divê em ji bo rawestandina êrişên ser xaka xwe, hemû hewldanan bikin. Ger dewletek nekaribe sînorên xwe biparêze, wê hertim dijminên wê jî hebe. Dijminên me diyar in û dîrokî ne, ji bo vê divê em weke Kurd beriya hertiştî, rumeta xwe biparêzin û ji bo ku em ji vê dagirkeriyê rizgar bibin, bi hev re rûnin.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.