Erê zimanên jin û mêran ne yek in

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Îlon 2021 - 02:19

  • Li gundê Ubangê kur jî bi pirranî heta 10 salî bi zimanê jinan dipeyivin, ji ber ku heta hingê pirraniya çaxê xwe jî bi dayikên xwe re dibihurînin. 

Li gundê başûrê Nîjeryayê Ubangê, di nav civaka cotyarî de zimanê jin û mêran ne yek e. Xelkê gund vê yekê weke cihê şanaziyê dibîne. Ji wan re dayîna xwedê bû. 

Li gundê Ubangê kur jî bi pirranî heta 10 salî bi zimanê jinan dipeyivin, ji ber ku heta hingê pirraniya çaxê xwe jî bi dayikên xwe re dibihurînin. Piştî deh salî ew dest pê dikin û hînî zimanê mêran dibin. 

Em li ziman binihêrin; sermeselê, “igname” yek ji xwarinên sereke ye li Nîjeryayê. Di zimanê jinên Ubangê de jê re “îruî”, di zimanê mêran de “îtong” tê gotin. Wekî din, ji bo nimûne, jin ji cilûbergan re “arîga” û mêr jî “nkî” dibêjin. 

Li gorî berpirsê gundî, Oliver Îbang, qonaxek heye ku her mirov  bigihîjiyê û pê bihise ku zimanê xwe yê rewa bi kar anîne.

Îbang dibêje, ti kes nikare serê xwe ji zarokan biêşîne ka li ku kîjan zimanî bi kar tînin. Zarokên kur gava gihiştin emrekî dest pê dikin zimanê mêran bi kar tînin, lê nîşanên gihîştinê jî didin der. Îbang dibêje, gava zarokek di emrekî diyar de hînî zimanê rast nebe, di civakê de weke anormal tê dîtin. 

Li gorî Komeleya Zimanan a Nîjeryayê qederê 500 zimanên cihê li welêt hene û heger di van çend salên li pêşiya me de gavên pêwîst neyên avêtin 50 ji wan dibe ku tine bibin.

Zimanên mezin ên welêt Îbo, Yoruba û Hausa bin jî gelek kom ji bo ji hev fêm bikin Ingilîzî bi kar tînin. 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.