Erdhejê huner çawa hejandiye

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Sibat 2023 - 05:43

Felaketên mezin ên di dîroka mirovahiyê de beşeke mezin a bîra mirovî pêk tînin. Ji ber wê jî huner xwe dûr nake ji vê bîrê. Şewatên mezin ên bajar û daristanan di wêje, şeêwekarî, şano û sînemayê de, lehî û şape û aşûtên yên gund û bajar dane ber xwe di gelek şêweyên hunerî de her xuya kirine. Her wiha xezeba volkanan jî di gelek cûreyên hunerî de cihê xwe girtine. Erdhejên ku welat wêran kirine jî xasma di huner de di bîrên civakî de cihê xwe girtine. Em ê îro berê xwe bidin hunerê şêwekariyê û tê de çawa erdhej çawa hatine teswîrkirin.  

Erdheja mezin a 11’ê Adara 2011’an a li Japonyayê û paşê jî Tsûnamiya li peravên bajarê Fukuşîma xist. Di felaketê de 16 hezar mirov mirin, 6 hezar mirov birîndar bûn û bêhtirî 2 hezar û 500 kesî bê ser û şûn bûn. Hunermendê Japon Jave Yoshimoto li ser felaketê 11 wêne çêkirin û bi pêşangeheke sala 2015’an jî ew nîşan dan.

Tokyo 1923

Japonya welatek e ku gelek caran erdhej lê bûye sedema felaketên mezin. Ji ber wê em wêne û lewheyên çapê yên li ser erdhejan gelekan dibînin. Yek ji wan jî erdheja 1923´yan ya ku li Tokyo û Yokohama xistibû. Hingê di felaketê de 140 hezar mirov miribûn. Ev çape bi lewheya çapê ya Nishimura Goun hingê diçe cihê erdhejê û vê lewheya çapê xêz dike.