Enqere û Hewlêr pîlansazên sereke ne

În 16 Cotmeh 2020 - 22:53

Civaknas Azad Bariş, li ser peymana di navbera Bexda û hukûmeta Herêma Kurdistanê de rêveberiyên Enqere û Hewlêrê weke pîlansazên sereke destnîşan kir û got: "Armanc, bendekê deynin ber destkeftiyên muhtemel ên Êzidiyan. Ev yek wê zirarê bide yekîtiya neteweyî jî. Lê belê êzidî dikarin bên cem hev û vê lîstika xedar û kujende xera bikin." 
Hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe di 9'ê Cotmehê de li ser Şengalê îmze danîn binê peymanekê. Di vê peymanê de tê gotin, divê kesên nêzî PKKê bi ti awayî nêzî rêveberiyê nebin û di erkî de cih negirin û heta ji Şengalê bêne derxistin.
Rêvebiriya Xweser a Şengalê jî der barê vê peymanê de eşkere kir ku li bara wan ti hikmê vê peymanê tineye û ew ê vê peymanê nas nekin.
Civaknas ê Êzidî Azad Bariş li ser peymanê bersiv da pirsên rojnamevan Ferat Çelîk û got, herçiqasî peyman di navbera Bexda û Hewlêrê de hatibe çêkirin jî, pîlansazên esas û sereke yên vê peymanê Enqere û Hewlêr in. Ji lewra Enqere û Hewlêr, ji bo Şengal nebe xwedî pergaleke xweser dixwazin pêşî li ber vê yekê bigirin. Dîplomasiya li pişt perdeyan a van her du hêzan û gefên xwarin, kir ku piştî demekê Emerîka zorê bide Hikûmeta Navendî ya Iraqê. Axirê di 9'ê Cotmehê de, der barê Şengalê de peymaneke bi vî rengî derket holê."
 
Temamkirina fermanê ye

Bariş peyman weke dewama fermana 73ʼan bi nav kir û got: "Ev peyman li gor xwesteka Tirkiyeyê çêbûye û armanc ew e, bendekê deynin ber destkeftiyên muhtemel ên êzidiyan. Ev yek, rasterast li dijî hebûna siyasî û mekanîzma parastinê ya êzidyan e. Hikûmeta Kurdistana Başûr jî jixwe ji berê de ji hewldanên xweparastinê, ji xweseriya êzidiyan nerihet e û nexasim jî Hikûmeta Partiya Demokrat a Kurdistanê. Hîn meseleya Kerkûkê li holê ye, lê zûzûka Şengal xistin dewrê. Ev jî nîşaneyeke girîng a vê yekê ye. Ji lewra bi qasî Enqereyê Hewlêr jî Şengaleke ku li ser hêza xwe ya esasî hatiye avakirin qebûl nake." 
 
Dixwazin Rojava bêhnçikandî bikin

Bariş, anî ziman ku sedema israrkirina di van polîtîkayên der barê Şengalê de ew e; dixwazin bi ser Bakur û Rojhilatê Sûrî de jî biçin û got: "Ji lewra fetisandina Şengalê tê wateya bênefeshiştina Rojava jî. Lewma wê hewl bidin ku vî pîlanî berfireh bikin." 
Bariş, bal kişand ser roja peymanê jî ku di salvegera komploya dijî Rêber Abdullah Ocalan de hatiye kirin û got: "Di salvegera komploya dijî Rêber Abdullah Ocalan de çêkirina peymaneke bi vî rengî ne tesaduf e û tercîheke bi zanebûn e. Bandora Ocalan a li ser gelê Şengalê, beriya komkujiya DAIŞ'ê ye." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.