ENKS dixapîne MÎT direvîne

Şemî 25 Îlon 2021 - 01:09

  • Mihemed Mistefa li ser banga ENKS´ê vegeriya Efrînê û piştre li ser bendeke rê MÎT’ê ew revand. Li aliyê din projeyên qirkirina Kurdan li Efrînê bi avakirina li ser milk û erdên Kurdan dewam dike. 

Rêxistina îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker MÎT li ser bendeke kontrolê ya hevbeş bi çeteyan re li xaçerêya gundê Qîbarê yê Efrînê, 2 welatî revandin. Dagirkeran ji hundirê Nexweşxaneya Şemarîn a Ezazê jî welatiyekî din revand. 

Komeleya El-Eyadî El-Beyde, Komeleya El-Eyş Bîkerame, Komeleya El-Eta, Ereb 48, Komeleya El-Eta ya Îxase El-Însaniye, rêxistina IHH a Tirk, Heyva Sor a Tirk û Wezareta Ewqafê û Kar û Barên Îslamî ya dewleta Kuwêtê bi hev re dibistan, xanî û dibistanên dînî li ser erdên dagirkirî û milkên talankirî yên Efrînê ava dike. Bi vî awayî hem revandin, kuştin û êşkenceya li mirovan û hem jî talankirina erd û milkê Kurdan di zik hev de ji bo qirkirina Kurdan li Efrînê tên bikaranîn. 

Li ser banga ENKS’ê ji Helebê vegeriyabû

Çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî ragihandin ku MÎT´a Tirk li ser bendeke kontrolê ya hevpar a MÎT´ê çeteyên dewleta Tirk, li xaçerêya gundê Qîbarê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî, 2 welatiyên ji navçeya Şera û Cindirêsê revandin. Li gorî çavkaniyan, welatiyekî din, dema ew û hevsera xwe li nexweşxaneyeke rojhilatê bajarê Ezazê yê dagirkirî bûn, hatine revandin.

Çavkaniyan da zanîn ku welatiyê bi navê Bîreqdar Mihemed Mistefa 51 salî ye û ji gundê Aşka yê rojavayê navçeya Cindirêsê ye. Dema ku ji Helebê vedigeriya gundê xwe, MÎT`ê ew revand. Çavkaniyan bi bîr xist ku Bîrqdar Mistefa piştî bangewaziyên ENKS`ê vegeriyaye Efrînê. Aqûbeta Bîreqdar heta niha nayê zanîn.

Li aliyekî din, MÎT`ê welatiyê bi navê Xelîl Tahir Mihemed ê ji gundê Qîbarê yê navçeya Şera revand û bir girtîgeha li bajarê Marê yê dagirkirî.

Qaşo “Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê” yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Hebeş Reşîd Hebeş (26 salî, navê dayikê Emîne) yê ji şêniyên gundê Bedîna yê navçeya Raco, ji hundirê Nexweşxaneya Şemarîn a li rojhilatê bajarê Ezazê yê dagirkirî revand.

Roj bi roj revandina sivîlan bi awayekî yekser ji aliyê MÎT`ê ve li Efrîna dagirkirî zêde dibe. Nexasim jî sivîlên ku li ser bangewaziya ENKS`ê vedigerin, MÎT wan direvîne.

Projeyên qirkirinê

Komeleyên qaşo xêrê û alîkariya mirovî, li herêmên dagirkirî yên weke Efrînê, avakirina avahiyên mêtingehiyê bi dawî kirin, nexasim li Efrînê, da ku demografiyê biguherin. Ev gav yekser bi fermana MÎT’a Tirk pêk tê. Ev agahî ji nûçeya Fîras Îbrahîm a ji bo ANHA´yê eşkere ne.

Ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve, yek ji bajarê Sûriyê ya ku herî zêde hatiye guhertin. Ji ber ku zêdetirî 300 hezar welatî bi darê zorê jê koçber bûn û dewleta Tirk 400 hezar malbatên çeteyan ên ji herêmên cuda yên Sûriyê li cihên wan bi cih kirin.

Ji dagirkirina destpêka Efrîn hate dagirkirin, komele û rêxistinên girêdayî tevgera “Îxwan El-Misilmîn” a tundraw li Sûriyê, Tirkiye, dewletên Kendavê û Filistînê desteka madî dide van komeleyên ku demografiya herêmên dagirkirî diguherin.

Di nava van komleyan de ev jî hene: Komeleya El-Eyadî El-Beyde, Komeleya El-Eyş Bîkerame, Komeleya El-Eta, Ereb 48, Komeleya El-Eta ya Îxase El-Însaniye, rêxistina IHH a tirkî, Heyva Sor a Tirkî û Wezareta Ewqafê û Kar û Barên Îslamî ya dewleta Kuwêt.

Nexasim li dijî Êzîdiyan

Fîras Îbrahîm dide zanîn ku van komeleyan li gundên kantona Efrînê qederê 20 avahiyên mêtingehiyê ava kirine û li gundên Êzîdiyan bi taybetî dibistanên dînî û mizgeft ava kirine. Li gundê Şadêrê û Basûfanê yên navçeya Şêrewa û li Baflûn, Qîbar û Qetmê yên navçeya Şera ev qirkirina dînî û qewmî pêk tê.

Komelya El-Eyadî El-Beyda li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî avakirina dibistanên olî bi dawî kir, her wiha avakirina gundê “Besme” li gundê Şadêrê yê Êzîdî yê navçeya Şêrewayê jî bi dawî kir.

Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewldana guhertina demografiya Efrînê dike û hemû sembolên nîşaneya kurdîtiyê, xira dike. Ala Tirkiye û wêneyên Erdogan li qadên Kurdan û deverên giştî tên rakirin. Dewleta Tirk li van herêman lîreya Tirkî jî ferz dike. n

ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.