ENKS dixapîne dagirker direvînin

Pêncşem 16 Îlon 2021 - 01:18

Çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku hêz û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, kalemêrekî Êzîdî, dema gihişt gundê xwe yê ser bi Cindirêsê, revand. 

Li gorî heman çavkaniyê, çeteyên El-Hemzat ên dewleta Tirk li gundê Keferzîtê yê Cindirêsê bi cih dibin. Çawa welatiyê Êzîdî Hesen Kalo yê 70 salî beriya 21 rojan gihişt gundê xwe, ew revandin. 

Çeteyan ji bo ku Hesen Kalo berdin û bihêlin ku li gundê xwe bimîne, 5 hezar dolarên Emerîkî wek fîdye li ser wî ferz kirin.

Hesen Kalo li kantona Şehbayê dima, lê belê ji aliyê Encûmena Niştimaniya Kurd a Sûriye (ENKS) ve hat xapandin û vegeriya Efrînê. Lê dema ku Kalo gihîşt

Efrînê, yekser hate revandin. 

ENKS bi hemû rêbazan hewl dide sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî rewa bike. 

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.