Endustrî Hewselê dikuje!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 23:58

  • Kanay wiha balê dikêşe ser çandiniya endustriyî ya Baxçeyên Hewselê, “Heger wisa here dê baxçeyên piçûk nemînin û Hewsel tev bibe perçeyek. Ev çandiniya garis li gor min mirina baxçeyên Hewselê ye. Ji bo mîrateya dinyayê divê ev baxçe werin parastin.”

ARDÎN DÎREN

Gava mirov dibêje Amed bê guman Baxçeyên Hewselê û Geliyê Dîcleyê tê bîra mirovan. Ev baxçeyên piçûk û xweşik yên xwezayî çend hezar sal in li ber xwe didin û bûne nîşaneya çand û dîroka Kurdistanê. Bi sedan cureyên çûk û ajalan li van baxçeyan hatine dîtin. Her wiha di warê hilberîneriyê de jî erdeke bi xêr û bereket e û heya salên 1960’î jî bi tena serê xwe têra bajêr kirine û bajêr xwedî kirine. Di sala 2015’an de ji ber van taybetmendiyên xwe Baxçeyên Hewselê kete lîsteya UNESCO’yê û êdî tenê ne mîrateya Kurdistanê, her wiha ew mîrateya dinyayê ne. Lê van çend salên dawiyê çi bi destê kesên rantxwir û çi jî bi destê xwediyên baxçeyan, xwezaya van baxçeyan ji holê radibe û her diçe di bin bandora çandiniya endustriyî de dimîne. 

Baxçeyên piçûk yên Hewselê ji holê radibin

Akademisyen û aktivîstê ekolojiyê Zeki Kanay dibeje ku van salên dawiyê nexasim çandiniya garis li baxçeyan zêde bûye û baxçeyên piçûk ji holê rabûne. Li gor çavdêriya Kanay heger bi vî awayî rewş dewam bike piştî çend salan din em ê êdî nikaribin bibêjin, “Baxçeyên Hewselê” ji ber ku dê tenê baxçeyek hebe. Ji xwe gava mirov berê xwe dide wêneyên berê û yên îro mirov dikare bi hêsanî ferqa di navberê de bibîne. Kanay wiha balê dikêşe ser vê meseleyê, “Heger wisa here dê baxçeyên piçûk nemînin û Hewsel tev bibe perçeyek. Ev çandiniya garis li gor min mirina baxçeyên Hewselê ye. Ji bo mîrateya dinyayê divê ev baxçe werin parastin. Divê sazî û komele piştgirî bidana cotkar û xwediyên van baxçeyan da ku ew jî riyeke wiha wek çareserî qebûl nekirana. Niha ew jî zeviyên garisan mezintir dikin û bi xwezaya baxçeyan dilîzîn. Yanî tiştê ew dikin li dijî zagonên xwezayê û UNESCO’yê ye. Her wiha ev pêkanîn li dijî çand û dîroka baxçeyên Hewselê ye jî.” 
 
Bi tovên hîbrît xelkê berê xwe da marketan

Dîroka baxçeyên Hewselê ya nivîskî diçe heya 3 hezar sal berê. Beriya Mîladê di sala 866’an dema qralê Asûriyan Tîglat Plaser Amedê dorpêç dike behsa Baxçeyên Hewselê jî dike. Dibêje, “Min baxçeyên wan tarûmar kir!” Kanay vê enektodê bibîr dixe û dibêje, “Li gor agahiyên ku min bidest xistin ew baxçe hebe tinebe baxçeyên hewselê ne. Ev baxçe bi salan vî bajarî xwedî kirin, heta sala 1960’an jî hilberîneriya baxçeyên Hewselê têra bajêr dikir û ji derve tiştek nedihat kirîn. Xasma jî di warê fêkî û sebzeyan de. Lê belê her ku bajêr mezin bû êdî têrê nekir. Lê wekî din pirsgirêkên din jî derketin. Mînak ev tovên hîbrît (yên Îsraîlî jî dibêjin) derketin û êdî xelkê xwe li marketan bêhtir girt û ji wir pêdiviyên xwe bi cî anîn. Bi vî awayî her ku çû girîngiya baxçeyên Hewselê hat jibîrkirin.” 

Dixwazin bi ekosîstema baxçeyan bilîzin

Demek dirêj ev baxçe hatibûn jibîrkirin lê gava ku di sala 2015’an de kete lîsteya UNESCO’yê û bû mîrateya dinyayê gelek şirket û rantxwir ji nûve çav berdan van baxçeyan. Lê tiştê xerabtir Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiye jî çav berda van baxçeyan û xwest ku projeyan çêbike. Armanca wan bi vê yekê ew bû ku ji rantê re vekin da ku dewlemned û şirketên mezin bikevin nav baxçeyên Hewselê û li wir avahiyan çêbikin. Lê belê gel bertek nîşan da û ev projeyên wan betal bûn ango projeyên xwe bi paş ve kişandin. Kanay got ku şirket û dewlet dixwazin bi ekosîstema Baxçeyên Hewselê bilîzin û wiha dewam kir, ”Van salên dawiyê dixwazin wek etap etab projeyan dîsa bixin meriyetê û armancên xwe pêk bînin. Etaba yekem li ber pira dehderî destpê kirine. Etaba duyem ewe ku ji ber pira Farqînê heya ber bi pira Hesin 22 km qenalên avê çêkin û bi ekosîstema geliyê Dîcle û Hewselê bilîzin. Lê Odeya Endezyarên Avahiyê Ya Şaxa Amedê serî li UNESCO’yê da û ev projeya wan sekinandin. Tenê karibûn 4 km qenal çêkin û niha ev proje betal bûye. Etaba sêyem jî qaşo “baxçeyên milletê” ye û ew bi vî awayî niha jî çav berdane Fîskaya. Yanî ez vî bibêjim çavên rantxwiran tim li geliyê Dîcle û Baxçeyên Hewselê ye.”

Berê wek xalîçeyeke rengin xuya dikir

Cotkar, eşêfçî û hilebrînerên Baxçeyên Hewsele bi salan e di nav zor û zehmetiyan de çandiniyê dikin. Kanay got ku ew gelek caran li gel xwediyê baxçeyan axiviye û ew jî jê re gotine wek berê çandinî û hilberînerî nemaye û niha rewşa wan pirr xerab e.

Kanay dibêje, “Ew jî çikirin gotin em çi deynin dê pere bike? Bi vî awayî niha ev çend sal in çandiniya garis dikin. Yanî ew baxçeyên hûr û piçûk yên Hewselê roj bi roj dibe yek perçe û taybetmendiya xwe ya dîrokî winda dike. Li dora wan baxçeyên dîrokî gelek dar hebûn û gava mirov ji dûr de li baxçeyên Hewselê dinihêrî wek xalîçeyeke rengîn dixweya. Heger em berê xwe bidin wêneyan ji xwe em ê navên wan baxçeyên piçûk bibînin. Lê ev çar salên dawiyê mixabin şekl û şemala baxçeyan tê guhertin.” 

Divê em rê nedin çandiniya endustriyî

Kanay ji bo Baxçeyên Hewselê dibêje berê çandiniya xwezayî hebû û îlacên biyanî nedihatin bikaranîn. Lê li gor çavdrêriyên wî edî çandiniya endûstriyî tê kirin li wir. Kanay herî dawî got ku divê em saziyên berpirsyar xwedî li baxçeyan derkevin û gotinên xwe wiha bi dawî kir, “Berê ewqas baxçe bi hevre (wek yek perçe) nedikirin yek û tenê tovek tine bû. Lê niha di wêneyan de em dibînin ku wan baxçeyên piçûk kirine yek û garis çandine. Divê demildest ji vê rewşê re çareseriyek bê dîtin, heger bi vî awayî here dê çend sal şûnde şekl û şemal, dîrok, û çandiniya xwezayî ya Baxçeyên Hewselê ber bi mirinê ve biçe.

Paşê em ê li vê yekê poşman bibin û dê veger jî tine be. Ji ber wê divê em saziyên berpirsyar vê rewşa xeter bînin rojevê û nehêlin tiştek wiha biqewime.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.