Encamên ne jidil ên armanca ne jidil!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 26 Çile 2023 - 05:31

BAZÎD EVREN/MA/AMED

 

Mamosteya MED-DER'ê Jana, ji bo dersên hilbijarî diyar kir ku armanca dewletê ne jidil e ku heta encamên wan jî jidil bin û got: "Em di warê dersên hilbijarî de dewletê jidil nabînin. Di zanîngehan de beşa zimanê Kurdî vekirin, dersên hilbijarî li dibistanan didin, televîzyon vekirin lê hê jî di qanûnan de cih nadin Kurdî." 

Di sala 2016’yan de piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê ‘Rewşa Awarteʼ hat îlankirin. Di vê pêvajoyê de bi dehan sazî û dezgehên Kurdî hatin girtin. Li dijî van zext û astengiyên li ser zimanê Kurdî, tenê salekê piştî van girtinan, sala 2017'an dîsa gelek sazî û dezgehên Kurdî hatin vekirin. Yek ji van saziyan jî Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bû ku li Amedê hat vekirin. MED-DER ji sala 2017'an ve bê navber xebatên xwe yên ziman didomîne û di kargeh û atolyeyên xwe de bi hezaran kes fêrî Kurdî kirine. 

 

2 hezar kesan miracaet kir

Mamosteya MED-DER’ê Jana, der barê xebatên komeleya xwe got, wan xebatên ku dane pêşiya xwe yek bi yek bi cih anîne: "Gelek kesan miracaetî kargehên me kir. Ji aliyê gel ve elaqeyeke mezin ji bo kargehên me heye. Bi taybetî jin, ciwan û kesên temenê wan mezin elaqeyeke mezin nîşanî kargehên me didin. Kesên ku qet bi Kurdî nizanin, ji asta destpêkê dest bi kursan dikin. Piştre asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn jî çêdikin. Beşdarî atolyeyan dibin û sertifîkayên xwe digirin. Par û pêrar ji ber pandemiyê elaqeyeke gelekî mezin hebû. Kargehên me hem online hem jî li gorî pîvanên pandemiyê rû bi rû, pêywira xwe bi cih anîn. Gelek mirov bûn xwedî sertifîka û belge. Di sala 2022’yan de nêzî 2 hezar kesan miracaetî komeleya me kir û ketin dersan. Yên xwestin di qada ziman de bixebitin sertîfîkaya asta mamostetiyê jî girtin û bûn mamoste.”

 

Zarok û malbatan ji Kurdî sar dikin!

Di dewamê de Jana, têkildarî dersên hilbijarî got, ew di warê dersên hilbijarî de dewletê jidil nabînin: "Di zanîngehan de beşa zimanê Kurdî vekirin, dersên hilbijarî li dibistanan didin, televîzyon vekirin lê hê jî di qanûnan de cih nadin Kurdî. Heke di vê yekê de jidil bin di qanûnan de cih bidin Kurdî. Her wiha zimanê Kurdî weke zimanê “x”, “zimanê nayê zanîn”, “zaraveyên ji bilî tirkî”, “zimanê hê dijî” sansur dikin. Ji ber vê yekê em jidil nabînin. Armanc ne jidil e ku encam jî jidil bin. Zimanê Kurdî xistine mufredatê lê her sal înîsiyatîf di destê îdareya dibistanan de ye. Mirovekî weke dewletê difikire, dibistanê bi rê ve dibe. Ew jî carna ji zarokan re dibêjin, form tinene, carna dibêjin, vê dersê negirin mamosteyê vê dersê tineye, bi awayekî hem zarokan hem jî malbatan ditirsînin. Jixwe, heftê rojek e û di wê rojê de jî tenê du saet ders heye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.