Encama destdirêjiya dewletê

Çarşem 19 Tebax 2020 - 17:59

  • Eskerê dewleta Tirk ê bi navê Mûsa Orhan dest avêtibû keça bi navê Î.Eʼyê. Piştî bûyera destavêtinê keçikê xwest xwe bikuje û li ser vê rakirin nexweşxaneyê. Keçika li nexweşxaneyê dihat dermankirin doh can da. Cenazeyê keçikê di nava dorgirtina polîsên dewleta tirk de hat veşartin.

Eskerê dewleta Tirk ê bi navê Mûsa Orhan dest avêtibû keça bi navê Î.Eʼyê. Piştî bûyera destavêtinê keçikê xwest xwe bikuje û li ser vê rakirin nexweşxaneyê. Keçika li nexweşxaneyê dihat dermankirin doh can da. Cenazeyê keçikê di nava dorgirtina polîsên dewleta tirk de hat veşartin.
Li navçeya Qubînê ya Êlihê, keça ciwan Î.E. (18) ku leşkerê  Tirk Mûsa Orhan destdirêjî li wê kiribû, di 16’e tîrmehê de hewl dabû ku xwe bikuje. Î.E. doh li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, mir. Cenazeyê Î.E. piştî otopsiye, bi ablûkaya polîsên Tirk li Goristana Asrî ya Êlihê hat veşartin. 
Polisên Tirk ji bilî malbatê destûr neda ku ti kes tevlî merasîma cenaze bibe. Polisan ji parlamenter, partiyên siyasî, parêzvanên mafê mirovan, nûnerên rêxistinên sivîl re bûn asteng. Girseya li ber goristanê li hev kom bû nerazîbûn nîşanî vê helwesta polisan da. Li ser vê yekê polisan mudaxaleyî Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş û koma li cem kir. Cenaze ji aliyê  malbatê ve hat definkirin.
Dewleta Tirk peyayê xwe yê destdirêjker berdabû, lê li ser nerazîbûnan dozgerê dewleta Tirk biryara girtinê da.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.