Em û gerîla yek in
Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:45
- Jinên Şengalî: Berxwedana mezin a gerîlayên leheng hêz, hêvî û moral dide me. Dijmin nikarîbû li hemberî gerîla bi ser bikeve. Dîrok bi destanên qehremanî yên gerîlayên azadiyê dixemile. Ev berxwedan dijmin mehkumî têkçûn û bibinketinê dike.
Dayikên şehîdan ên Şengalê li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla, nîşan da. Dayikan got, ew û gerîla yek in.
Tevgerên jinên Êzîdî li Şengalê civîneke hevbeş li dar xistin. Di civînê de TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî), YJŞ (Yekîneyên Jinên Şengalê) û Dayikên şehîdan beşdar bûn. Jinan li ser rewşa Şengalê ya dawî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengal, Herêmên Parastinê Medyayê û şerê taybet ê li dijî Şengalê, nîqaş kir.
Piştî civînê Dayikên Şehîdan ên Şengalê li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Şengalê daxuyaniyek da raya giştî.
Gerîla dîrokê bi destanan dixemilîne
Berdevka TAJÊ, Sebîha Sebrî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin, ew ji berxwedana gerîlayên azadiyê moral digirin, ew û gerîla yek in. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gerîlayên azadiyê, ev 7 meh in li Herêmên Parastina Medyayê têkoşîneke bêhempa dikin. Sebîha Sebrî di dewamê de got, “Berxwedana dîrokî ya gerilayên azadiyê di meha xwe ya 7’an de bi tevahiya hêza xwe dewam dike. Berxwedana mezin a gerîlayên leheng hêz, hêvî û moral dide me.
Ruxmê bikaranîna teknîka xwe hemûyî jî dijmin nikarîbû li hemberî gerîla bi ser bikeve û gavekê bi pêş de biavêje. Dîrok bi destanên qehremanî yên gerîlayên azadiyê dixemile. Bi rastî ev berxwedan dijmin mehkûmî têkçûn û bibinketinê dike.”
Gerîla nahêle dagirker bi pêş bikevin
Dayikan diyar kir ku wan û gerîla bi hev re Şengal rizgar kiriye û êrişên li dijî gerîla li dijî wan in jî: “Em wek dayikên şehîdan yên Şingalê dibêjin, em û gerîla yek in, me bi hev re li Şingalê şer kir şehîd dan û axa xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir. Êrişên li dijî gerîla li dijî me ne, bi saya berxwedana gerîla, dijmin nikare li ser vê axê gavê bi pêş ve biavêje. Dewleta Tirk a dagirker dema ku li beramberî berxwedana şervanên azadiyê bê çare dibe, dest bi kirinên li dijî mirovan dike û çekên kimyewî bi kar tîne. Dewleta Tirk a dagirker bikaranîna çekên kimyewî ji bo xwe rewa dibîne, li Efrîn, Serêkanî û li Herêmên Parastinê yên Medyayê van çekan li dijî gelê Kurd û gerîlayên azadiyê bi kar tîne.”
Serketin bi gel û gerîla misoger dibe
Dayikên şehîdan yên Şengalê di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî jî şermezar kir û wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir: “ Em bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên mafê mirovan a li hemberî kirinên li dijî mirovahiyê şermezar dikin.
Em dibêjin, dijmin çi dike bila bike, wê nikaribe bi ser bikeve. Berxwedan wê bi ser bikeve. Divê gelê me xwedî li gerîlayên xwe derkeve û ew jî beşdarî vê berxwedanê bibe. Heta ku hêza gel û gerîla yek be, tim wê serketin a me be.”
ROJNEWS/ŞENGAL