Em tevgera Rêbertî ne

Çarşem 4 Îlon 2024 - 03:10

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dêrsim beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haberê bû û bersiv da pirsên rojnamevan Gulan Avrêl. Ayten Dêrsim derbarê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan nirxandin kirin û wiha got:’’Têkildarî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê me, rêveberiyên rêxistina me timî nirxandinan dikin. Weke Tevgera Jinê PAJK'ê jî Rêbertî rojeva me ya bingehîn e. Em Tevgereke Rêbertî ne û Rêbertî ji bo me hinceta hebûnê ye. Ji ber ku jinan li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me xwe nas kirin, hebûna xwe misoger kirin û xwe bi rêxistin kirin. Lewma em tecrîdê ne tenê şermezar dikin, di heman demê de li hemberî vê yekê têkoşîneke mezin dimeşînin. Şermezarkirin têrê nake. Li hemberî siyasetên qirêj ên hêzên hegemon ên navneteweyî berpirsiyarî û wezîfeyên me yên mezin hene. Ji ber vê jî dostên girîng, hêzên enternasyonalîst, gelên alîgirê azadiyê, jinên alîgirê azadiya jinê li dora vê felsefeyê civiyan. Ev yek qadeke girîng a têkoşînê ye; lê belê em dibînin ku bi asta heyî têrê nake. Li hemberî êrîşên dijmin divê em asta têkoşînê hîn bilind bikin. Em weke Tevgera Jinê PAJK, weke milîtan û kadroyên jin, weke her endamên PAJK û PKK'ê divê em felsefeya Rêbertî bixin meriyetê, nêrînên Rêbertî belav bikin û çalakiyên ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî bigihînin asta herî bilind. Me niha biryar dan: Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û statuya siyasî ya Kurdistanê misoger nekin, em ê asta xwe ya têkoşînê danexînin; berevajî em ê hîn bilind bikin. Di vê mijarê de em ji hêza xwe ya têkoşînê piştrast in.

Garantiya me rêxistin e!

Ayten Dêrsim derbarê deklerasyona derbarê xweparastinê ya ku KJK û PAJK’ê ragihandibû jî ev nirxandin kirin:’’Garantiya sîstema konfederal a jinê jî bicihanîna hişmendiya xweparastinê û rêxistinî ye. Li erdnîgariyeke bi vî rengê avêtina gaveke bi tenê ya bêparastin, avakirina rêxistineke bêparastin xwedî gelek zor û zehmetiyan e. Ji ber ku şerekî qirkirina civakê li ser mirovahiyê tê ferzkirin. Dewlet ji bo îradeya mirovahiyê bişikînin û îradeya azad a jinê ji holê rakin, çekên herî pêşketî, bombe û çekên nukleerî bi rengekî hovane bi kar tînin. Di serdemeke bi vî rengî de garantiya me rêxistiniya me ye. Rêbertî dema ku tevgera jinên Kurd ava kir, avakirina sîstema xweser a jinê ji xwe re kir pîvan. Heta ku jin nebe xweser wê çawa karibe hebûna xwe misoger bike? Em hebûna civakî ne û di vir de pîvanên me hene. Bi têkoşîna me ya 50 salî re jin bûn xwedî wê hêz û hişmendiyê ku bi îradeya xwe biryara xwe bi xwe bide û xwe bi rê ve bibe. Temsîliyeta wekhev êdî li her derê bûye pîvana jiyanê. Mînaka herî şênber a vê sîstemê di nava Şoreşa Rojava de ye. Rêbertî têgihiştin û zanebûna jinê her tim gelekî girîng dîtiye. Jineke zane dikare bi cîhanê. Ya ku karibe vê cîhanê hişmendiya jinê bi xwe ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.