Em şewitîn hûn neşewitin!

Nûçeyên Jin

Yekşem 19 Hezîran 2022 - 22:36

  • Festîvalên Jinan timî guhertî bûne. Festîvalê xelk şewitand. Tevî ku li ber çemê Mainê dihat li darxistin, lîçek bayê çemî jî ne weziya li meydanê nexist.

ROJBÎN KURT / FRANKFURT

Festîvalên Jinan timî guhertî bûne. Festîvalê xelk şewitand. Tevî ku li ber çemê Mainê dihat li darxistin, lîçek bayê çemî jî ne weziya li meydanê nexist. Bi ser halan de betona ku tavê lêxist, xelk şewitand. Her kesê xwê da. Hin kesan neçar xwe avêt ser zûrikê li ber çemê Mainê û ji dûr ve li festîvalê temaşe kir. Lê yên li meydanê man wan nîşan da ku ew "Jinên agir û rojê" ne. Tevî wê kela germa havînê wan govendek gerand, ne ya gotinê ye.

Dezgeh kêm bûn, di nava avahiyan de li ser zemînê beton, lidarxistina festîvalê, ne baş bû. Xwarinên malê tenê li ser dezgehekê bûn.

Dezgehên donerê û goştê biraştî gelek bûn. Ji bo xwedê van dezgehan ji menuya festîvalên jinan derxin. 

Kêf kêfa zarokan bû

Kêf kêfa zarokan bû. Ji bo wan hawizên portatîf hatibûn danîn û meydanên lîstikê hatibûn çêkirin. Wan ji bo ku hênik bibin av li hev du kir û weke carê, dîsa mezinan serê wan êşand: "Wilo nekin zarokino!“ 

Bi ya min divê her festîval weke mihrîcanekê be. Heger konvedan di çanda Kurdan heye, bila çend konan vedin. Ma bi yek carê bi dehan defjen û daholvan hunerê xwe bikin wê ne xweş be!? Hunermendên ji miletên din û reqsên wan zêde bibin ma wê baş nebe!? Helbet wê bibe. Festîval divê êdî li gorî armanca xwe li dar bikevin. Yan na hûn ê di kela germa havînê de belesebeb bişewitin. Em şewitîn hûn neşewitin! 

Peyam û daxuyanî

Di festîvalê de peyama Koordînasyona KJK´ê jî hat xwendin: "Em we silav dikin bi hêvî, coş û baweriya ku çiyayên me yên azadiyê afirandine. Deynê di stûyê me de ye ku em li dijî faşîzma AKP-MHP´ê têkoşînê xurt bikin. Ev rejîm li dijî jinê di şerekî daîmî de ye."  Li ser navê TJK-E´yê Tuba Hezer bal bire ser siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk û got, beramberî Kurdan Yekîtiya Ewrûpayê bi cotstandartî tevdigere.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.