Em piştgiriyê bidin şoreşa jinê

Duşem 3 Sibat 2025 - 03:15

Heyeta Fransî ya ku ji gelek parlamenterên partiyên siyasî û nûneran pêk dihat di navbera 22-28’ê Çile de ji bo Bakur û Rohilatê Sûriyeyê serdanek kirin. Heyetê bi armanca 10’emîn salvegera rizgarbûna Kobanê serdana xwe pêk anî. Di serdanê de bi YPJ, QSD û gelek saziyên siyasî re hevdîtin kir. Endama Meclîsa Şaredariya Parîsê Geneviêve Garrîgos ku di heyetê de cih digirt der barê serdana xwe de axivî. Geneviêve Garrîgos  der barê heyeta ku têde bû û çûn Rojava de axivî û da zanîn ku bi taybet di 10’emîn salvegera Rizgariya Kobanê de serdan pêk anîne û got:“Kobanê watedare, ji ber ku destpêka têkçûna DAIŞ'ê bû. Belê, bi dîktatoriya DAIŞ’ê herêm ditirsand. YPJ û gelê Kurd têkbirina wan li Kobanê bû destpêka tunela serketinê ya li hemberî wan, di heman demê de serkeftina jinan a li hemberî paşverûyan bû. Hûn dizanin, ji aliyekî ve zilamên ku rejîma wan jinan dike obje, dike kole û dike sifir. Ji aliyê din ve jinên we yên pir wêrek hene ku nîşan didin ku ew pir bi hêz in, bi hêz in û dikarin wan têk bibin. Ev bi rastî bi bandor bû. Dema em çûn ser gorên kesên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, em gelek hestiyar bûn. Em gelek deyndarê wan in. Di serdana xwe de, weke min got, me bi rayedarên QSD û YPG’ê re hevdîtin kir, van kesan her tim ji me re gotin ku îro çawa têdikoşin û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin.”

Tunebûna Bendavê karaset e 

Geneviêve Garrîgos  balkişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Tişrînê û got:“Her kes ji çûyîna Beşar Esad pir kêfxweş e, lê vê yekê ew kaosek çêkir ku carek din tirk bi êrîşên li ser Rojava û sivîlan sûdê jê werdigirin û ev bi rastî pir xeternak e. Me dît ku di 2018’an de di çarçoveyekê de çi qewimî. Niha jî dixwazin bendava Tişrîn hilweşînin, ev jî gelekî girîng e, ji ber ku ne tenê tê wateya karesateke ekolojîk, belkî dê elektrîka herêmê jî qut bike û elektrîk jî derkeve." Geneviêve Garrîgos  destnîşan kir ku Tirkiye êrîşê gelê sivîl ku ji bo parastina Tişrînê nobetê digire dike û wan bang li hêzên navneteweyî kiriye ku zextan li Tirkiyeyê bikin ku êrîşan bidin rawestandin, ji bo parastina Rojava xwestin agirbest bê îlankirin.

Modeleke berfireh e 

Geneviêve Garrîgos di dewama axaftina xwe de got:“Di serdanê de li gel fermandarên YPJ’ê me gelek jinên xurt nas kirin. Di esasa felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ya Abdullah Ocalan de li wir bi pêşengiya jinên ji nasnameyên cuda teşeyê rêveberiyekê tê avakirin. Bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ modeleke wekhev û azadîxwaz a berfireh tê avakirin. Em ji ber fedakariyên ku we ji bo têkbirina wan dane, deyndarê we ne. Em dizanin ku şaneyên razayî yên DAIŞ'ê ne tenê li Rojava lê li Sûriyê jî hene. Ne dema lîstikên siyasî ye. Divê em piştgiriya gelê Kurd bikin. Ji ber ku ev şoreş ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn û cîhanê ye gelekî girîng e.”

JINNEWS/GULISTAN GULMUŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.