Em nêzîktirî serketinên mezintir in  

Duşem 17 Gulan 2021 - 04:15

Komîteya Navendî ya PKK’ê şehîdên Gulanê bi bîr anîn. PKK’ê got, ew ê li ser rêya Rêber Ocalan û şehîdên leheng bimeşin: “Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û dawî li dagirkeriyê bînin.

Komîteya Rêveberiya Navendî ya PKK’ê têkilî Meha Gulanê ya Şehîdan daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê de wiha tê gotin: “Beriya niha bi 44 salan, 18’ê Gulana 1977’an li Dîlokê me hevrê Şoreşgerê Mezin Hakî Karer di êrişeke faşîst-qirker a plankirî de me şehîd da. Rêber Abdullah Ocalan ev şehadet nirxand, bi navê PKK’ê Tevgereke nû ya Azadiyê danî. Li ser vî bingehî 18’ê Gulanê di dîroka azadiya Kurdistanê de bû Roja Şehîdan, Gulan jî bû Meha Şehîdan.

Di Sala Nû ya Şehîdan de em diyar dikin ku em ê zêdetir li bibîranînên wan xwedî derkevin û armancên wan bi rengekî mezintir bi ser bixin."

Artêşa şehîdan 

PKK´ê got, "Şehadet rastiya dozekê, bivênevêya wê, têkneçûyina tevgerekê bi rengekî berbiçav diçespîne. Rastiya tevgera ku ber bi serfiraziyê ve dimeşe, bi esasî şehîd û nûneriya wî Rêbertî diyar dike. Ji ber vê Rêber Apo dibêje, ´Şehîdên me bi rengê PKK’ê jiyane. Şehîd PKK’yî ne.´ Û wî diyar kir PKK û PAJK ´partiya şehîdan in´. Li ser vî esasî bi rengê PKK’ê Artêşa Şehîdan ku têk naçe afirand û em bi fermandariya artêşeke wiha bi rê ve bir."

PKK´ê bal bire ser êrişan jî û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt li ser gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokrat êrişên şerê taybet ên giran ên faşîst-qirker didomînin. Bi qelskirina Tevgera me ya Azadiyê dixwazin qirkirina Kurdan bi rengekî rehet û zûtir pêk bînin. Hin derdorên keysperest jî ku bûne xulamên hêzên derve, destekê didin wan. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê di serî de DAIŞ, dijmin dixwaze hin çeteyên faşîst bi cih bike, li vir herêmeke çeteyan ava bike û gefê li mirovahiyê bixwe."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.