Em nêzî azadiyê ne

Sêşem 31 Gulan 2022 - 21:15

  • Karayilan: Em bi xwe û bi rê û rêbazên xwe bawer in. Rêbaza şerê nû, rêbaza sedsala 21'emîn e. Em bi xwe bawer in ku em ê her cûre çekên wan pûç bikin û wan têk bibin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, li qada şer ew têra xwe hene û ji bo hêzên Kurdistanî got, li dijî konsepta dewleta Tirk a tinekirina destketiyên gelê Kurd, pêwîstî bi helwêsteke siyasî û neteweyî heye. 

Karayilan ji bo salvegera pêngava 1´ê Hezîranê got, "Pêngava 1'ê Hezîranê di dîroka têkoşîna me de pêngaveke girîng e. Em niha di salvegera 18’an de ne. Ez tevahiya şehîdên pêngava 1'ê Hezîranê di şexsê hevrê Erdal, fermandar Adil, Nûda, Çîçek û Reşîd Serdaran de, Atakan Mahîr heta Delal Amedan de bi bîr tînim. Bi rêzdarî bejna xwe li ber bibîranîna wan ditewînim. Tê zanîn, di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevgera me û xeta Rêber Apo komployeke navneteweyî pêk hat. Dema ku komploya navneteweyî Rêber Apo êsîr girt, radestî dewleta Tirkiyeyê kir, wê demê me xwest ku têkoşînê geştir bikin, berxwedaneke mezin pêk bînin. Lê belê Rêber Apo ev guncaw nedît, pûçkirina êrişên dijmin ji xwe re kir esas. Rêber Apo hewldana çareseriya siyasî pirr xurt meşand. Tevgera me jî li gorî wê tevgeriya. Dewleta Tirkiyeyê gav neavêt. Û hewl da me tesfiye bike. Li aliyê din tenê ne ji bo me, ji bo tevahiya meseleya Kurd helwêsta xwe tundtir kir. Mînak wê demê li Başûrê Kurdistanê li Dihokê jî rakirina ala Kurdistanê pirsgirêk bû. Digotin 'Ev çi ye, çi paç e?' Wisa bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re têkilî kirin xeta sor. Yanî wisa giştî siyaseta qirkirinê ya komploya navneteweyî ku dixwaze tevgera me tine bike, xwest bi ser bixîne. Li hemberî vê, destpêkê Rêber Apo ji nû ve avakirina PKK'ê xist rojevê. Di civata duyem a Kongreya Gel de biryara pêngava 1'ê Hezîranê hate dayîn, ev bi raya giştî re jî hate parvekirin. Biryar li hemberî êrişên dijmin xweparastin e, ango em ketin pozîsyona parastina aktîf. Me ji dijmin re got, hûn wisa nikarin me tesfiye bikin. Em dikarin xwe biparêzin, em dikarin nirxên xwe biparêzin û li ser vî esasî pêvajoyeke îdeolojîk, çandî, civakî, siyasî, leşkerî parastina aktîf kete meriyetê. Em ketin qonaxa bilindbûn û mezinbûnê. Bi vî rengî komploya navneteweyî hat pûçkirin. Di pêvajoya pêngava 1'ê Hezîranê de her tim deriyê çareseriya siyasî jî vekirî bû. Ji bo vê jî her tim hewldanên Rêber Apo, hewldanên tevgera me hebûn. Me heta niha bi giştî 9 caran agirbest kiriye. Nêzî 3 salan bi rêya hinek navbeynkarên navneteweyî li Osloyê di navbera heyetên me û dewleta Tirk de hevdîtin çêbûn. Encama van hevdîtinan gihîşt protokolekê. Lê belê piştî wê Erdogan qebûl nekir, li hemberî me şer ragihand. Wê demê AKP'iyan rêbaza Srî Lanka li dijî Tamîlan anî ziman, qala wê kirin. Xwestin bikin. Lê xitimîn. Yanî şer kirin, di dawiya 2012'an de careke din xitimîn. Careke din agirbest kete meriyetê. Îcar li Îmraliyê hevdîtinan zêdeyî 2 sal û nîvan dewam kir. Li wir jî gihîştin mutabeqatekê. Heyeta aliyê Kurd û heyeta dewleta Tirkiyeyê li pêşiya kamerayan li hev rûniştin mutebaqat, cewhera wê xwendin û wisa îmze kirin. Lê belê piştre careke din Erdogan ev maseya li Dolmabahçeyê qulipand û ev mutabeqat qebûl nekir û şerekî giştî li ser esasê konsepteke nû li dijî me îlan kir. Em dixwazin li ser vê axê hebin, em tine nebin û azad bijîn. Ev şer li ser vî esasî tê meşandin. Yê ku êriş dike ne em in, dewleta Tirkiyeyê ye. Yê ku dixwaze meseleyê bi kuştinê, bi xwînrijandinê çareser bike ne em in, lê dewleta Tirkiyeyê ye. Em ê heta dawiyê xwe biparêzin.

Pêngava me, pêngava 1'ê Hezîranê li ser vî hîmî serketî ye, dijmin têk çûye. Ji ber ku komploya navneteweyî bi vî rengî bêencam maye. Û îro ji her demê bêhtir em nêzî çareseriyê ne, nêzî azadiyê ne."

Şerekî dijwar û giran heye

Li ser şerê dijwar ê li Başûrê Kurdistanê jî Karayilan got, "Îro li Zapê li Avaşînê û li Metîna şerekî dijwar heye, şerekî bêhevsengî heye. Yanî li aliyekî bi deh hezaran leşker, tank, top, balafir û çekên kîmyewî û her cûre çek tê bikaranîn, li aliyê din jî milîtanên gelê Kurd, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çekên ferdî, bi bombeyên di destê xwe de li ber xwe didin, şer dikin. Yanî di vê wateyê de hevsengî nîne. Lê belê çi hevsengiyê çêdike? Îrade çêdike, îradeya bi gerîla re heye, baweriya bi gerîla re heye û rêbaza şerê tê meşandine. Ev 38 sal in em li hemberî vî dijminî şer dikin. Bêguman bi me re jî hinek tecrûbe çêbûne, em bi rê û rêbazên nû şer dikin. Carna cilên li dijî kîmyasalê li xwe dikin û kîmyasalê bi kar tînin. Şerekî pirr bêmerhemet heye. Li hemberî wê jî berxwedaneke pirr dîrokî û pîroz heye. Dijmin berê eyaleta Zapê ango herêma Rêkan û Nêrwe kir hedef. Di wir de xitimî, 40 rojî ajot. Leşkerên xwe mirin, gerîla êrişên dijber çêkirin, di wan êrişên dijber de hem li Kurêjahro hem jî li Çiyareş kuştiyên xwe çêbûn ên zêde çêbûn. Di wir de xitimîn, esas têk çûn. Heta niha bi ser neketine, têk çûne. Lê belê li gelek deveran di nava hev de ne. Di mesafeya bombeyê de şer heye. Şerekî wisa dijwar û giran heye. Ne ji vê fedakariya mezin be jixwe ne mumkin e tiştekî wisa bibe. Ne tiştekî hêsanî ye, tu dikevî 44-45 rojan, tu artêşeke wisa bi çekên serdemê hemû bi kar tîne û çekên qedexe bi kar tîne, tu vê artêşê rawestînî. Piştî ku xitimî niha şer qulipand aliyê rojavayê Ava Zê. Em jê re dibêjin Zap, Ava Zapê. Ango li wir Girê Cûdî heye, Girê FM, Girê Amediyê heye. Hevalên me jê re dibêjin Girê Hekarî. Li pişta Amediyê girê herî bilind e. Niha şer quliband wir. Li wir ev çend roj in şer e, heta niha cihên ku leşkerên xwe lê danîn, ew hîna li wir in. 

Gelek helîkopter derban dixwin îmha dibin

Dixwaze bi pêş ve were, lê belê her tim derbê dixwe û ez zanim ku gelek helîkopterên wan derbê dixwin. Gelek ji wan jî belkî dikevin. Lê belê ûsûlê me wisa ye; heta ku me bi çavên xwe nedît, em nabêjin ket. Mesela ew Girê Cûdî heye li kêleka Zapê. Hevalên li wir îro li 2 helîkopterên Skorsky xistin. Dibêjin me li yekê xist dûman jê rabû, li wir qereqolek heye li ser sînor, li ber Çelê ye. Qereqola Girek. Dibêjin çû wê qereqolê û dengekî pirr mezin jê derket, teqîneke pirr mezin çêbû. Yanî mumkin e teqiya be. Lê belê ji ber ku bi çavên xwe nedîtiye, nabêje îmha bû.

Dibêje derb xwar. Pirraniya wan diçin cihê xwe diteqin yan jî îmha dibin. Yên tê de bi pirranî dimirin. Erdogan-Bahçelî vê bêmerhemetiyê nîşan didin. Ew ji bo xatirê desthilatdariya xwe dixwazin zarokên Tirk bidin kuştin, zarokên Kurd bidin kuştin. Bi vî rengî li ser xwînê desthilatdariya xwe ava bikin."

7 cûreyên sîlehên kîmyewî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, heta niha wan 7 cûreyên kîmyewî tesbît kirine ku dijmin li dijî gerîla bi kar tîne: "Di vî şerî de herî zêde kîmyasalê bi kar tînin. Hevalan 7 cûreyên wê tespît kirine. Heval çawa tespît dikin? Bi reng. Mesela ya yekemîn rengê xwe reş e. Weke zîftê ye. Qîr e yanî. Ya duyemîn zer e, rengê xwe zer e. Gazeke wisa ye. Ya sêyemîn rengê xwe rengê zîvê ye. Ya çaremîn rengê xwe kesk e û bê bêhn e. Yê pêncemîn rengê xwe qehweyî ye. Ya din rengê xwe sor e. Bêhna xwe weke ava sabûnê ye. Ava ku cil pê hatine şûştin. Ya herî dawî jî rengê xwe spî ye. Em dikarin bi rengan ancax îzah bikin. Yanî xuya ye cûr bi cûr gazên kîmyewî li hemberî me bi kar tîne. Wisa dixwaze encamê bi dest bixe. Wan niha zor daye sîlehîn kîmyewî. Ev neyarekî pirr bêbext e, bi çekên kîmyewî dixwaze biçe encamê. Lê belê em bi xwe û bi rê û rêbazên xwe bawer in. Rêbaza şerê nû, ku em ji vê rêbazê re dibêjin rêbaza sedsala 21'emîn e, vê rêbaza ku em bi kar tînin, em bi xwe bawer in ku em ê her cûre çekên wan pûç bikin û wan têk bibin." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.