Em Kurd in û li Cizîrê ne

Çarşem 22 Adar 2023 - 01:57

Li Cizîra Botanê, bi dehhezaran kesî agirê Newrozê pê xist û peyama, “em hatine hesap bipirsin” da. Xelkê bi şîara “Her der Newroz, her dem azadî” meydana Newrozê ya li taxa Banê Xanê bi serî ve tijî kir. Li meydanê, sloganên "Bijî Serok Apo", "Be Serok Jiyan nabe", "Bijî Newroz" deng vedan. Parlamentera HDP´ê ya Şirnexê Nûran Îmir got, “Va ye gel li vir e. Em Kurd in û li vir in. Ti kes nikare rê li me bibirre. Her neheqî kirin, lê bi îradeya Cizîriyan nekarin. 14´ê Gulanê em dawiyê li van siyasetên zilmê bînin.”

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.