Em komkujiya li Eyn Îsayê qebûl nakin
Çarşem 11 Kanûn 2024 - 02:35
Berdevka Rêxistina Sterk a Zarokan û Endama Rêxistina Sara têkildarî komkujiya li Eyn Îsa pêk hat bertekên xwe nişan dan û gotin divê hemû rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe rabin û li dijî kuştina zarokan derkevin.
Di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk a li dijî gundê El Mustareha yê Eyn Îsayê de piranî jê jin û zarok bi giştî 12 sivîl hatin qetilkirin. Bertek û nerazîbûnên li hemberî qetilkirina jin û zarokan didomin.
Rêveberiya Rêxistina Sterk a Zarokan Semîra Elîko û Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Heyfa Husên berteka xwe li ber hemberî hedefgirtina jin û zarokan anîn ziman.
Çi gunehê wan zarokan hebû?
Semîre Elîko di destpêka axaftina xwe de hedefgirtina zarokan şermezar kir û got: "Em komkujiya ku li Eyn Îsa yê pêk hat bi tundî şermezar dikin ma çi gunehê wan zarokan hebû ku wisa bi vê hovitiyê hatin qetil kirin ma zarok diçin di çeperan de şer dikin?"
Ji kuştina zarokan re bes e
Di dewama axaftina xwe de Semîra banga rêxistinên mirovî kir û wiha axivî: "Li hemberî kuştin û komkujiyên ku derheqê zarok û sivîlên me tê pêkanîn, rêxistina mafê mirovan çima bi erka xwe ranabin çima di bêdengbûna xwe de ewqas bi israr in? Em weke rêxistina Sterk bi erka xwe radibin û li tenişta hemû zarokan disekinin, êdî bese ji kuştina zarokan re."
12 sivîlên me şehîd bûn
Di heman demê de Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Heyf Husên jî wiha got: "Demeke dirêj û bi domdarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur Rojhilata Sûriyeyê tê berdewamkirin her car jî sivîlan dixe hedefa xwe, dîsa bi balafirên xwe yên şer êrişek bi ser gundê Mistirîha a girêdayî bajarê Minbicê de pêk anîn û bi giştî 12 sivîlên me da şehîd xistin, ma çi gunehê wan sivîlan hebû?"
Bi erka xwe rabin
Di dawiya axaftina xwe de Heyfa yê rêxistinên ku bi erka xwe ranabin şermezar kir û wiha bi lêv kir: "Em hemû rêxistinên ku îro bi erka xwe ranabin bi tundî şermezar dikin û banga me ji wan re heye ku bi erka xwe rabin û pêşî li balafiran bigrin ku êriş û şerê xwe bi ser sivîlan de nekin."
JINNEWS/HELEB