‘Em karên qirêj ên Tirkiyeyê dikin’
Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:49
- Aktîvîsta Mafê Mirovan a Ingilîz û endama Peace in Kurdistanê Margaret Owen a 88 salî, da zanîn ku wê ji dozgerê giştî xwestiye wê bigire.
Aktîvîsta Mafê Mirovan a Ingilîz û endama Peace in Kurdistanê Margaret Owen a 88 salî, da zanîn ku wê ji dozgerê giştî xwestiye wê bigire. Wê di ser hesabê xwe yê medya dijîtal de resmê xwe yê bi şervanên YPJ´ê re yê li Rojava parve kir û wiha nivîsî:
"Ez bi YPG û YPJ´ê re me li Rojava. Hîna nû min ev resmê xwe yê li ber dilê min herî ezîz, ji dozgerê xwe yê giştî re şand. [Min got] Divê ez bêm girtin. Em [Ingilîstan] karê qirêj ê Tirkiyeyê li Meliktiya Yekbûyî dikin. Kurdan bi Qanûna xwe ya Terorê gunehbar dikin, red dikin ku PKK´ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derxin, û sîlehan difiroşin Erdoganê terorîst."
NAVENDA NÛÇEYAN