‘Em ji Kabilê hez dikin’

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 18 Îlon 2021 - 06:16

  • “Gelek kes wek tûrîstan tên Efxanistanê û zû bi zû filman çêdikin û lê dixin diçin. Kesên biyanî tim wisa dikin û xema wan tiştekî din e. Ew ti carî ji hest û hizra van kesan fêhm nakin û jixwe derdekî wan ê welê jî tineye. Gelek caran her tişta xwe amade dikin û bi fikra şaş tên vî welatî, gava karê xwe bi dawî dikin û diçin dîsa bi heman fikra şaş vedigerin.”

ARDÎN DÎREN

 

Aboozer Amînî (Ebûzer Emînî) derhênerekî Efxan e. Ew sala 1985’an hatiye dinê û gava hîn 14 salî ye, dibe penaber û li Holandayê bi cî dibe. Amînî sala 2010’an ji “Grrit Rietveld Academie” mezûn dibe û bala wî bêhtir li ser çêkirina belgefilman e. Her wiha ew karê pevbestinê jî dike û heta niha ji bo gelek filman xebitiye û pevbestina wan jî çêdike. Lê li hêlekê jî bi projeyên xwe yên şexsî re mijûl e. Wî beriya niha bi navê “Angelus Novus” û “Where is Kurdistan” du kurtefilm çêkirine. Herî dawî jî berê xwe daye paytexta Efxanistanê Kabilê û belgefilmeke bi navê “Kabul, city in the wind” (Kabil, bajarê li ber bayê) çêkiriye. Ev belgefilma wî li gelek festîvalan hate nîşandan. Heta li festîvala “IDFA” ya belgefilman a li Amsterdamê, wek filma destpêkê hat nîşandan û xelata jûriyê ya taybet jî wergirtiye. Ev belgefilm yekem belgefilma wî ya dirêj e. Me ji Aboozer Amînî çend pirs kirin derbarê belgefilma wî û rewşa niha ya Efxanistanê de. Aboozer Amînî bi dilnermî em qebûl kirin.

Te piştî penaberiyê, berê kamerayê da jiyana Efxanistanê. Te çawa biryar da ku li ser Kabilê belgefilmekê çêkî?

Bi rastî min xwest jiyana mirovên li derveyî şer mane û bi jiyana rojane re mijûl in, nîşan bidim. Nexasim jî yên ku li ser medyayê nayên dîtin û haya kesî ji wan tineye. Jiyana wan bêhtir bala min dikişîne û ez meraq dikim ka ew çidikin û çawa dijîn. Di van 20 salên dawiyê de derbarê Efxanistanê de gelek film hatin çêkirin. Gelek ji wan bi hişmendiya serdestan ve ne û tenê hin rojevên siyasî dişopînin. Ew bêhtir tûndiyê, şer, mafên mirovan, mafên jinan û qehremaniya rojavayî bêhtir derdixin pêş û mijarên din jibîr dikin an jî naxwazin nîşan bidin. Lê derbarê jiyana mirovan ya rojane de zêde film nehatin çêkirin. Civaka Efxanistanê jî wek yên din e. Hin mirov hene ew li gel şer û pêvçûnan tenê dixwazin jiyana xwe bi awayekî normal û sade bijîn. Ew jî mirovên normal in. Haya wan ji hêzên ku şer dikin û Efxanistanê xera dikin, nîne. Ew tenê berdêla vê yekê didin. Min xwest dîmenê jiyana van kesan bigirim kamerayê, li taxên pişt Kabilê çi diqewime û mirov debara xwe çawa dikin yan jî bi çi re mijûl in. Mijarên piçûk ên mirovan bêhtir bala min dikêşin, ez nakevim dû şer û dîmenên xizaniya welatê xwe.

 

Wek sînemavanekî penaber çêkirina belgefilmekê derbarê zarokan û penaberan de hesteke çawa çêkir bi te re?  

Film hemû bi rengekî girêdayî zarokatiya derhêner in. Ew bibîranînên ku ji zarokatiyê ve kom dibin li ser hunera te bandorê dike. Ev belgefilm ji hêlekê ve behsa zarokatiya min jî dike. Ez jî di nav şer de mezin bûm. Bajarê min Bamyan hat bombebarankirin û em jî bûn penaber. Ew dîmen hîna jî li ber çavên min in. Gava dîsa li welatê xwe vegeriyam, min di çavên wan zarokan de dîsa ev tirsa şer û bandora wê ya ne baş ya li ser zarokan dît. Wext derbas bû, lê hin tişt wek xwe mane û neguherîne. Şer her dewam dike ev 30 sal in rewş wiha ye. Ev min xemgîn dike û diêşîne. Ji lewma rengê şer diguhere lê hîna jî bêhna roketên Sovyetê tê ji Efxanistanê. Beriya 30 salan me çi hîs dikir, niha jî heman hîs e. 

Filma te sade û besît e. Ew qasî jî ji dil e. Ka hinekî behsa pêvajoya girtina dîmenan bike?

Li vê belgefilmê 3 salên min çûn. Ji bo karibim karakterên xwe baş nas bikim û baweriyekê çêkim di navbera xwe û wan de min gelek wext derbas kir bi wan re. Ji bo xeyal û tirsên wan û her wiha hêviyên wan baş fêhm bikim, min pêşî qet kamera nebir bi xwe re. Tenê min xwest guhdariya wan bikim û wan ji nêz ve nas bikim. Li gorî min ji bo belgefilmekê ev tişt girîng e, ji bo tu ji wê atmoseferê fêhm bikî divê tu bi wan re bimînî û wext derbas bikî yan na, tu nikarî zêde kûr biçî û tiştekî baş çêkî. Gelek kes wek turîstan tên Efxanistanê û zû bi zû filman çêdikin û lê dixin diçin. Kesên biyanî tim wisa dikin û xema wan tiştekî din e. Ew ti carî ji hest û hizira van kesan fêhm nakin û ji xwe derdekî wan ê welê jî tineye. Gelek caran her tişta xwe amade dikin û bi fikrên şaş tên vî welatî, gava karê xwe bi dawî dikin û diçin, dîsa bi heman fikra şaş vedigerin. Jixwe gava mirov berê xwe dide filmên wan jî polîtîkaya ku dixwazin bibêjin, derdikeve holê. Lê evder welatê min e, ez nikarim wek van kesan bikim. Ez mecbûr im bi berpirsyarî tevbigerim û çîrokên cihê bibêjim yên ku nayên gotin, yên ku dîmenên wan nayên girtin. Ez bi vê yekê daketime.
 
Wek filmçêkerekî derbarê Efxanistana niha de tu çi difikirî? Rewşa dawî çawa dinirxînî?

Gelê Efxanistan difikire ku Emerîka û mutefîkê wan li wan xiyanet kirine. Ew wisa hîs dikin. Lê ez vê jî bêjim, heger îro Talîban hatibe Kabilê, ew bi dest xistibe sûcê mezin ê hikûmeta Efxan e. Ji lewre ev 20 sal in karên baş nekirine û hikûmet çilvirî bû. Tenê xwe girêdayî hêzên biyanî hişt. Xeyalên gelek ciwanan têk çûn û piştgirî negirtin. Di sala 2001’ê de li Bamyanê peykerên Budayan hebûn û Talîban ew peyker giş ji holê rakirin. Niha heman kes rabûne hikûmeta xwe îlan dikin û xwe wek serok û serokwezîran nîşan didin. Em ecêbmayî dişopînin!

Ev toz û dûmana li ser Efxanistanê dê kêngî belav bibe?

Em ji toz û dûmana Kabilê jî hez dikin. Toz û dûman ti carî ji Kabilê kêm nebûye. Ew ji bo min tê maneya jiyanê û metaforeke helbestî ye. Hûn dikarin di helbesta Farisî de jî şopên tozê bibînin. Lê di van rojan de bêhna xwînê tê ji tozê, çawa ku Kabil di nav xwînê de bigevize. Yanî tu metroyekê axê bikolî, tê leqayî xwînê werî. Ji bo em axê ji vê xwînê paqij bikin, wextekî dirêj divê. Ji bo em vê tozê ji ser Kabîlê hilweşînin divê em hinek şînê bigirin û li vî welatî bifikirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.