- Li Bielefeldê li 3 dibistanan dersên bi zimanê Kurdî weke zimanê dayikê tê dayîn. Li bajêr qeydiyên ji bo dersan wê heta 29´ê Adarê dewam bikin. Li bajarê Herfordê tenê li dibistanekê dersên kurdî hene. Armanc ew e li wir 150 qeydên nû heta 30´ê Nîsanê bên kirin.
MURAT MANG
HERFORD
Înîsiyatîfa Malbatên Kurd li bajarên Elmanyayê Herford û Bielefeldê ji bo belavkirin û zêdekirina dersên zimanê dayikê yên Kurdî kampanyayê dimeşîne. Li Bielefeldê qeydî wê heta 29´ê Adarê dewam bikin. Li Herfordê jî qeydî wê heta 30´ê Nîsanê dewam bikin.
Înîsiyatîfa Malbatên Kurd li Herford û Bielefeldê 20´ê Sibata bihurî bi beşdariya dostên Elman civîneke online li ser înternetê bi rê ve bir. Di vê civînê de wê da zanîn ku wê kampanyayek daye destpêkirin da ku dersên Kurdî weke zimanê dayikê li dibistanan bên dayîn. Endamên înîsiyatîfê dibêjin, "Em ji bo zimanê xwe yê dayikê seferber bibin". Înîsiyatîf bang li malbatan dike da ku destekê bidin kampanyayê. Endama Înîsiyatîfa Malbatên Kurd li Herfordê Devran Karaca dibêje, “Qanûn derfeta dersên zimanê dayikê li dibistanan didin. Ji bo ku hîmekî xurt ê zarokên me hebe, lazim e hînî zimanê xwe bibin. Ji bo vê jî em zarokên xwe li dersên zimanê dayikê Kurdî qeyd bikin. Divê dayik û bav destekê bidin kampanyayê. Dêûbav nabe ku bibin asteng li ber wê yekê ku zarokên wan hînî zimanê xwe yê dayikê Kurdî bibin. Derfet heye. Niha li Herfordê tenê li dibistanekê ders hene, ji bo zêdekirina vê em miracaetên xwe bikin.”
Heta 29´ê Adarê zarokan qeyd bikin
Li Herfortê qeydî wê heta 30´ê Nîsanê dewam bikin û înîsiyatîfê 150 qeydiyên nû weke hedef daniye ber xwe.
Karaca got, malbat dikarin formên qeydiyê yan online di ser întenetê re yan jî bi xwe dikarin teslîm bikin: "Hevalên me yên ku bi dilxwazî karê xwe dikin, formên îmzekirî yên malbatan berhev dikin; em ê weke înîsiyatîf wan forman teslîmî dibistanan bikin. Qeydî li Bielefeldê heta 29´ê Adaraê dewam dikin. Li Herfordê jî qeydî heta 30´ê Nîsanê dewam dikin."
Karaca got, ev qeydî ji bo sala xwendinê ya 2021-2022´yê ye: "Her sal vî çaxî qeydiyên ji bo sala bê tên kirin. Mirov dikare di ser malpera Meqamên Perwerdeyê (Schulamt) jî xwe bigihîne formên qeydiyê." Wê got, malbat dikarin ji bo agahdariyên zêdetir xwe bigihînin Înîsiyatîfa Malbatên Kurd a Herfordê.
Em li ser soza xwe ne
Di hilbijartinên par de 3 ciwanên kurd ketibûn Meclîsa Biyaniyan a Herfordê. Yek ji wan jî Nazim Acar e. Ew bi awayekî çalak destekê dide kampanyayê. Wî got, ji bo ku ew sozên xwe yên dema hilbijartinê bi cih bînin, wan dest bi karê xwe kiriye: "Ev bêhtirî 40 salan e ku Kurd li Herfordê dimînin. Em hebûna xwe ya li vir tenê dikarin bi çanda xwe temam bikin. Ji ber vê yekê, me 20´ê Sibatê kampanyayek da destpêkirin. Rêveberiya şaredariyê û hin partiyên siyasî jî destekê didin me. Zimanê dayikê nemîne, siberoja zarokên me wê bikeve tehlûkeyê. Armanca me ew e ku em herî kêm 150 qeydiyên nû bikin. Ya muhim ew e ku malbatên me muracaeta qeydiyê bikin û destekê bidin me."
Mal bi mal digerin
Qeydî li Bielefeldê jî dewam dikin û li Bielfeldê wê heta 29´ê Adarê qeydî bên qebûlkirin. Li bajêr halê hazir li 3 dibistanan dersên Kurdî weke zimanê dayikê hene. Berdevka Înîsiyatîfa Malbatên Kurd a Bielefeldê, Zarîfe Huseyin dibêje, “Li Bielefeldê bi hezaran malbatên Kurd hene. Sala bê lazim e ku em hejmara dibistanan zêde bikin. Ji bo vê jî divê qeydiyên nû bên kirin. Em hemû bi dilxwazî vî karî dikin. Ji bo hestiyarî bêhtir bibe, em ê mal bi mal biçin serdana malbatan û qeydiyên dersan ji wan bigirin".
Divê em zarokan teşwîq bikin
Zarîfe Huseyîn dibêje, ji bo ku dersên zimanê Kurdî bikeve bernameya perwerdeya dibistanên destpêkê (sinifa 1´ê heta sinifa 4´an) ew ê xebatê bimeşînin. Ew dibêje, ji bo vê divê malbat bi roleke mezin rabin: "Ji bo ku di dibistanên destpêkê de li Bielefeld û Herfordê Kurdî di bernameyên perwerdeyê de cihê xwe bigire, em ê xebatê bikin; ji bo vê xebatê pêdiviya me bi desteka malbatan heye. Ji bo vê divê ew zarokên xwe li dersan qeyd bikin û çûna dersê ya zarokên xwe misoger bikin. Li hin dibistanên ez li wan kar dikim, zarok ji min re dibêjin, dê û bavê wan ji wan re gotiye, ´hûn ne mecbûr in´. Ev helwêst helbet dike ku zarok neçin dersên Kurdî û li pêşiya motîvasyona wan dibe astengeke mezin."