Em ê tolê hilînin

Duşem 20 Mijdar 2023 - 00:05

  • Amed Malazgîrt diyar kir ku dewleta Tirk bi rêbazên terorê tevdigere û got: Milîtanên PKK'ê wê hesab ji vê dewleta zalim bipirsin. Em ê tola şehîdên xwe hilînin. Milîtanên PKK'ê soza vê yekê didin.

Ji fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê Amed Malazgîrt diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk 8 sal in bêyî navber têdikoşin. Malazgîrt bi bîr xist ku bi taybetî di van 2 salên dawî de dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê her cûre çekên qedexe bi kar tîne û got, berdêla wê çi dibe bila bibe, ew ê li ber xwe bidin.

Amed Malazgîrt di axaftina xwe de da zanîn, şerê tunelan li herêma Çarçela destpêkiriye û wiha peyivî: “Di navbera me û dewleta Tirk de 8 sal in havîn, zivistan bi rengekî bêyî navber şer heye. Dema ku sala 2015’an êrişî me kir, me şerê destpêkê yê tunelan li Çarçelayê da destpêkirin. 47 rojan dom kir. Piştî sala 2016’an li xeta Avaşînê şerê tunelan destpê kir û her sal me şerê tunelan hîn zêdetir pêş xist. Cihê destpêkê ku me şerê tunelan weke taktîk lê esas girt, Garê bû. Dewleta Tirk ji bo Garê hinek hedef dabûn pêşiya xwe. Bi operasyona suprîz wê Garê dagir bike û li wir bi cih bibe. Di destê me de esîrên wî jî hebûn, dixwestin wan leşker û polîsan jî rizgar bikin û li ser vê yekê siyasetê bikin. Dewleta Tirk niha ji bo Îsraîlê dibêje ku bombeyan bi kûçikan ve girê dide û ber dide tunelan, lê di rastiyê de taktîk dide. Dibêje, me li dijî PKK’ê wiha kir hûn jî bikin. Dewleta Tirk dema ku nekarî li hemberî berxwedana gerîla bi ser bikeve, bi kûçikan ve kamera girê dida û dişand tunelan. Dîmenên vê yekê jî hene. Ev rêbaz aîdê dewleta Tirk e. Li pêş çavê cîhanê hemûyî li dijî gerîla çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar anîn. Yanî hovîtiya dewleta Tirk ji ya Îsraîlê hîn xerabtir e. Lê li her qadê şerê me yê li dijî dewleta Tirk dewam dike. 2 sal in dewleta Tirk hîna kontrola araziyekê jî bi dest nexistiye.

Hevrê Rojhat û Erdal peyam dan

Dibêjin, Bakur di destê wan de ye, lê her roj leşkerên wan tên kuştin. Propagandaya ku dewleta Tirk ji raya giştî re dike cuda û rastî cudatir e. Mînak çalakiya fedayî ya li Enqereyê: Hevrê Erdal û Rojhat endamên Tabûra Nemiran bûn. Peyam dan dijmin. Dewleta Tirk digot, gerîla li Bakur bêbandor bûye. Van hevrêyan jî peyama ‘ez dikarim werim û di nava dilê we de çalakiyan bikim’ da dijmin. Û di dilê dijmin de jî bi rastî çalakî kirin. Armanc dana peyamê bû û çalakî gihişt armanca xwe. Nîşan dan ku fedayiyên PKK’ê li ku derê bixwazin, dikarin çalakiyan li dar bixin. Hevrê Erdal û Rojhat bi çalakiyên xwe yên fedayî ev yek îsbat kirin. Gelek fedayiyên PKK’ê li ku derê bixwazin û li ku derê dewleta Tirk xwe ewle hîs bike, dikarin çalakiyan li dar bixin. Hedef, dem û peyama çalakiya Enqereyê tam rast bû. Bala xwe bidinê, dewleta Tirk hejand. 

Ew ê negihijin a xwe

Dewleta Tirk dibêje ez ê bibim endamê YE’yê, lê yek qanûnê pêk nayîne, heta dibêje bila ew qanûnên min bi cih bînin, dibêje, ez endamê NATO’yê me, lê yek qanûnê wê ji xwe re nake esas, dibêje, bila NATO bikeve xizmeta min. Ji gelê Kurd re dibêje, ez çi bikim jî hûn ê bêdeng bimînin. Jixwe, bêdeng dimînin. Ma ne Erdogan bû? Ji bo gelê Kurd ê bêçek û bêparastin ku tenê li qadan bû, got, ‘Jin be jî, zarok be jî hûn ê gulebaran bikin.’ Piştî vê gotinê çend zarok şehîd bûn? Her wiha dibêje, Îsraîl li gorî qanûna şer tevnagere, lê ya ku li Rojava kir ber çav e. Li Efrînê çi kirin û niha jî dikin? Li Serêkaniyê çi kirin? Bi bikaranîna çekên qedexe gel qetil kirin. Zilma dewleta Tirk a li ser gelê Kurd ji Îsraîl jî xerabtir e. Lê fedayiyên PKK’ê wê hesabê vê ji dewleta zalim û sitemkar bipirsin. Em ê tola şehîdên xwe hemûyan hilînin. Ev soza milîtanên PKK’ê hemûyan e. Li Avaşîn, Zap û Metîna 2 sal in şerê tunelan bi dijwarî didome. Dewleta Tirk di van 2 mehên dawî de ji bo encamê bigire, bombebaranên xwe zêde kirine û dîsa çekên kîmyewî û çekên derqanûnî bi kar tîne. Em tevgereke gerîla ne, li ku derê pêwîst be, berdêla wê jî çi be, em ê li ber xwe bidin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.