Em ê ji bo zimanê xwe têbikoşin

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Tîrmeh 2024 - 00:35

CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Di 1’ê Tîrmehê de sempozyûm û merasîmên derçûna xwendekarên Zanîngeha Kobanê yên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hatin lidarxistin. Di sempozyûmê de mijarên weke çand, ziman û folklora Kurdî hatin nîqaşkirin û semîner hatin dayîn. Her wiha Profesor Celîlê Celîl jî bi rêya Skype’yê tevlî sempozyûmê bû. Di merasîma derçûnê de xwendekarên ku xwendina xwe tamam kirin li eywana zanîngehê kom bûn û projeyên xwe yên derçûnê pêşkêşî gel kirin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim têkildarî merasîma derçûnê û sempozyûmê axivî û diyar kir ku ew ê ji bo parastina çand û zimanê Kurdî tim li ber xwe bidin û got:’’Ev sê roj in li Zanîngeha Kobanê sampozyûma parastina çand û zimanê Kurdî tê dayîn. Di heman demê de projeyên xwendekarên derçûnê jî tên pêşkêşkirin. Projeyên xwendekaran bêhtir derbarê pêşketina çand û zimanê Kurdî de ne. Her wiha di merasîmê de dengbêjî jî hate pêşkêşkirin ku ew jî mijara projeyên gelek xwendekaran bû û pêşengeheke folklorê jî hate pêşkêşkirin ku têde çanda Kurdî derkete pêş."

Şervan Mislim diyar kir ku modernîteyê nifşê nû ji çanda wan dûr xistiye û got:’’Hêviya me ew e ku xwendekarên me asta xwe ya lêkolînên derbarê pêşketina zimanê xwe de zêdetir pêş bixin û zimanê xwe bigihînin asta herî bilind.’’

Xwendekar Dilvîn Ehmed jî têkildarî projeya xwe ya derçûnê axivî û got:’’Bi giştî weke xwendekarên Fakulteya Wêjeyê  projeyên me derbarê ziman û wêjeya Kurdî de ne. Di projeyên me yên derbarê zimannasiyê de bêhtir em qala devokên herêmên weke Kobanê, Efrîn û kantonên din dikin. Projeyên din jî danberhevkirin û hevrûkirin in. Projeya min a derçûnê jî hevrûkirina dema borî yên di navbera zimanê Kurdî û Erebî de bû.’’ Xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Şara Ebdo jî got:’’Mijara projeya min jî zimannasî ye. Bi saya sempozyûmên bi vî rengî em bêhtir xwedî li çanda xwe derdikevin ku tê de folklora Kurdî tê parastin. Projeyên me jî bêhtir li ser pêşketina zimanê Kurdî ne û em ê jî bo parastina zimanê xwe têbikoşin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.