Em ê dijî mêtingeriyê têbikoşin

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 01:05

Çalakiya nobetê ya dijî talangerî û  dagirkeriya qeyûm ku li Stenbolê ji alî Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve tê domandin 32 roj li pey xwe hişt. Di nobetê de hate gotin AKP-MHP’ê dixwazin vîna Kurdan bişkînin.

Nobeta Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Meydana Şîşhane ya Beyoglû dabû destpêkirin di roja 32’an de ye. Rêveberên partiyên siyasî, gelek nûnerên sendîka, sazî û rêxistinan beşdarî çalakiyê bûn. Kesên ketin qadê tîşortên “Qeyûm bicehime” li xwe kirin. Di çalakiyê de pankarta "Taksîm û Colemêrg yên me ne, ji bo 1'ê Gulanê azadî, qeyûm bicehime" hat hilgirtin û timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Her der Colemêrg e, her der berxwedan e”, "Jin, Jiyan, Azadî" û ” Em ê bi ser bikevin" hatin berzkirin.

Kurdan tine dihesibînin

Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zubeyde Înce di çalakiya nobetê de axivî û got: “Hikûmeta AKP-MHP’ê bi salan e gelê Kurd tine dihesibîne. Ev desthilatdariya ku koletî li ser jinan ferz kir, li ber felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ paşde gav avêt. Em kesek tenê jî bimînin em ê ji têkoşîna azadiyê gavekê jî paşve navêjin.”

Nikarin vîna Kurdan bişkînin

Berdevka DEM Partiyê ya Herêma Duyemîn Gîzem Kuzuk jî axivî û got: “DEM Partî, partiya sereke ya li dijî siyaseta tekparêzî ye. Em ê heta dawiyê li dijî êrîşên desthilatdariya mêtînger û siyasetmedarên li derdora wê kom bûne, li ser piyan e û li ber xwe bidin. Em careke din li vê meydanê diqîrin. Ti hêz nikare vîna gelê Kurd bişkîne.”

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.