Em çi bixwin em ew in!

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 13 Adar 2023 - 05:19

Li Londonê bi riya projeyekê girtiyên li hepsê rewşa xwarin û vexwarinên li hepse xêz kirin û xwestin, ev xêzên wan çêkirî, bêyî sansur werin parvekirin. Projeya “We are what we eat” (Em çi bixwin em ew in) weke pirtûkek piçûk hatiye çapkirin û xêzên balkêş ên hepsiyan nîşan dide.

Muzeya Londonê sala 2021’ê bi riya projeya “London Eats” xwest derheqê xwarin û vexwarinê de ji xelkê hin pirsan bike û bersivên pirsan hîn bibe. Dema muze vê xebatê bi pêş dixe, heps jî tê bîra wan û ew dixwazin di çarçoveya projeyê de ji girtiyên hepsa “HMP Pentonville” a li Londonê jî pirsan bipirsin û fêr bibin bê ka rewşa xwarin û vexwarinê li hepsê bi çi awayî ye. Li ser vê daxwaza muzeyê, girtiyên hepsa HMP Pentonville nexasim jî koma wan a hunerî “Prison Art Group” (Koma Hunerî ya Hepsê) ji bo rewşa xwarin û vexwarinê vebêjin, wêne xêz kirin. Berhemên wan ango xêzên girtiyan, rastiya hepsan bi wênayan baştir nîşan didin û nîşan didin ku li hepsan rewşa xwarin û vexwarinê qet ne baş e. 

Dema muze vê daxwazê ji “Prison Art Group” dike, koma hunerî tenê şertekî datîne pêşiya wan. Divê ew bi ti awayî wêneyên wan sansur nekin û rastiya li hepsan veneşêrin. Li ser vê yekê, ew projeyê qebûl dikin û dest bi xêzkirinê dikin. Girtiyên endamê koma hunerî ji 6 mehan bêhtir bala xwe didin ser projeyê. Ew qederê 40-50 wêneyên li ser rewşa xwarin û vexwarina li hepsan, xêz dikin. Her wiha wan tevî xêzan, nivîsên kin ku rewşê baştir rave dikin jî li bin xêzên xwe zêde kirin. Paşê ev xêz û metnên ku wan hazir kiribûn, weke pirtûkeke piçûk bi navê “We are what we eat” (Em çi bixwin em ew in) hatin çapkirin.

 

George Orwell îlham da wan

Proje bi pêşangiya Ahmed G. ku ew jî endamekî “Prison Art Group” e çû serî. Her wiha hunermend û lêkolerê bi navê Josê Aguiar jî bi destûra rêveberiya hepsê ji koma hunerî re şêwirmendî kir. Perwerdekarên hepsê û sêwirmendê bi navê Patrick Fry jî piştevaniya hepsiyan kirin da ku projeya wan xurttir bibe. Di dawiyê de pirtûkeke ku weke belgeyekê jî dikare were nirxandin, derket holê. Pirtûk ji bo girtiyan ne rêbereke xwarin û vexwarinê ye, berevajî vê yekê, pirtûk daxwaza guherîna xwarinên li hepsê dike û weke bangewaziyekê ye. Ji bo girtî xêzên xwe temam bikin ji belavokên siyasî yên George Orwell sûd wergirtin û bi tesîra wî ev xêzên di pirtûkê de sêwirandin.

 

Têkiliya xwarin û pêvajoya rehabîlîtasyonê

Yek ji hunermendên ku bi xêzên xwe di projeyê de cih girtiye ango Ahmed M. bi nihêrînên xwe çespandinên balkêş dike; “Resmek dikare ji dêvla hezar peyvî ve biaxive. Xwezî tehma devê min karîbûya resman xêz bike. Ez ji tahmê xweş fêhm dikim û ji xwarinan hez dikim. Ji lewma jî min zanîbû dê xwarin û vexwarinên li hepsa HMP Pentonville ji min re bibin pirsgirêk. Beriya ku cara diduyan werim girtin, ez tenê li vî tiştî fikîrîm: gelo ez ê çiqas jar ş zeîf bibim?” Ahmed M. dide zanîn ku rola xwarin û vexwarinê di pêvajoya rehabîlîtasyonê de gelek e û bi vî awayî dewam dike; “Xwarin û vexwarin parçeyekî girîng yê jiyana rojane ne. Dema mirov xwarinekê dixwin, ev xwarin roja wan diyar dike. Heger xwarineke baş were xwarin, ew dinya bêhtir li ber çavê mirov xweş dibe û mirov xwe baştir hîs dikin.”

 

Kettle amûreke pîroz e

Di hin wêneyên xêzkirî de “kettle” (amûra avê germ dike) derdikeve pêşiya me. Li gorî xêz jî didin zanîn ev “kettle” li hepsê nîmeteke mezin a xwedê ye! Ji lewre ew bi kêrî gelek tiştan tê û ji bilî av germkirinê, hepsî di hundirê wê de xwarinê jî çêdikin. Dema xwarina ku heps belav dike bê tahm be û neyê xwarin, girtî ji kantîna hepsê ji xwe re tiştan dikirin û bi saya vê kettleyê dikarin xwarinên li gorî dilê xwe çêkin. Lê divê bi dizî çêkin û beriya rêveberî bi wan bihese, karê xwe biqedînin. Êdî li hepsê “li gorî dil” çiqas daxwaza wan pêk tê, kes nizane! Ahmed M. di vî warî de jî got; “Li hepsê peywira çaydanekî ji çaydan wêdetir e. Ew bi gelek armancan dikare were bikaranîn. Gelek caran kettle dike ku girtî xwarinên ku bêriya wan kirine, bixwin. Ji bo meqerna, birinc, kartol û sosên cihê çêkin, kettle tê bi hewara wan ve û ew bi saya vê amûrê xwarinên gelek cihê çêdikin.” Her wiha Ahmed G. jî dide zanîn ku kettle ji bo wan nîşaneyeke girîng e û ew tê wê maneyê ku ew xwarinên li hepsê qebûl nakin!

 

Xwarin pere ye, mal e…

Helbet li hepsê her kes nikare bibe xwedî kettle û xwarinan çêke. Derfeta hin girtiyan têra vê yekê nake. Jixwe, li hepsan pere jî derbas nabe, yanî hesap hene û girtî tenê ji hesabên xwe dikarin ji kantînê ji xwe re tiştan bikirin. Ew bi sere xwe jî nikarin herin kantînê, ji wan re lîste tên û tenê tiştên ku di lîsteyan de hene, dikarin bixwazin. Gelek kes jî ji ber pereyên wan tine ye, tiştan bi riya pevguherînê digirin. Weke ku girtiyê bi navê Bouakai tîne ziman: “Ji dêvla pereyan xwarin heye. Heger tiştekî te yê zêde hebe, tu didî kesekî û ji dêvla wî tiştî li hemberî tiştê ku te daye wî, tiştekî cudatir digirî. Bazara li hepsê bi vî awayî ye. Pere tine ye yanî. Ez gelek caran ji bo bibim xwedî xwarin, poran diqusînim, yanî berberiyê dikim.” Bouakai ji bo bêhnên ku ji hucreyan difûrin nîşan bide, xêza bi navê “Smell Is Free” çêkiriye û dibêje, “Dema ku girtiyên din li hucreyan xwarinên xweş çêdikin, ez ji wan dihesidim. Dema bêhna masiyan tê min, ez bêriya malê dikim.”

 

Menu jî derewîn in!

Girtiyê bi navê Ahmed M. diyar dike ku moralê girtiyan gelek caran bi xwarinê ve girêdayî ye. Wî di xêza xwe ya bi navê “Fried for Yourself” de bal biriye ser danên xwarinê û dide zanîn ku navbera danên xwarinê gelek zêde ye. Li hêla din girtiyê bi navê Osman jî dibêje, menuyên xwarinê jî derewîn in û pirrî caran mirov bi wan dixapin. Osman got; “Dema mirov li menuyên wan dinihêre, navê xwarinan xweş tê guhên mirov, lê rastî ne wisa ye.” Ahmed M. jî dibêje, “Li vir her tişt eynî ye…menu du hefteyan carekê tên guhertin. Mehê carekê jî ‘beefburger’ didin. Kede jî tine ye, tenê kuftik! Yanî mehê carekê xwarineke ku we li derve  tah dikir, didin we; tenê ewqas. Tenê pariyek…”

Bi riya karekoda li jêr hûn dikarin xwe bigihînin pirtûka bi navê “We are what we eat” ya ku girtiyan xêz kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.