Em bi Kobanê serbilind in

Şemî 27 Çile 2024 - 01:25

Endamê Serokatiya YNK’ê û Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Dijeterorê ya Silêmaniyê Wehab Helebceyî bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê peyamek belav kir û wiha got:“Em îro serkeftina îradeya gelan û rizgarkirina Kobanê ji destên terorîstên DAIŞ’ê bi rêzdarî bi bîr tînin. Dîroka me tejî destanên qehremaniyê û têkbirina dijminan e. Lê Kobanê dîrokeke taybet e ku tê de hêzeke tarî ku li dijî hemû mirovahiyê bû û bajarekî Kurdan kire armanc û xwest hêza xwe li wir biceribîne. Lê berxwedana ji pola li pêşiya xwe dîtin. Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi giştî û bi taybet hêzên Dijeterorê şanaziya wê yekê jiyan dikin ku ji destpêka şerê Kobanê heta azadkirina tevahiya bajêr, li kêleka şervan û hemû hêzên parastin û azadkirina Kobanê de cih girtîn. Li qada şer a berxwedanê, mil bi mil, çîroka ku wê di dîroka gelê me de bi serbilindî bê nivîsandin, hate tomarkirin.” Wehab Helebceyî herî dawî got, hemû şehîdên ku bi xwîna xwe beşdarî pêngava rizgarkirina Kobanê bûne bi bîr tînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.