‘Em bi hev re huner azad bikin’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 12 Îlon 2022 - 21:03

  • KASED’ê bi boneya salvegera yekem a damezrandina xwe li Amedê konserek li dar xist.

KASED’ê bi boneya salvegera yekem a damezrandina xwe li Amedê konserek li dar xist. Di konserê de Seroka KASED’ê Devrîm Demîr axivî û da zanîn ku ew dixwazin bi hunerê xwe, xwe bigihînin jinên Kurdistan û Tirkiyeyê hemûyan.

Komeleya Wêje û Çanda Jinê (KASED) bi boneya salvegera yekem a damezirandina xwe, li Tesîsên Demîrok a li navçeya Yenîşehîr a Amedê ev konser li dar xist. Beriya konser dest pê bike, seroka KASED’ê Devrîm Demîr li ser kar û xebatên KASED’ê yên sê salab axivî.

‘Xwestin dengê me qut bikin’

Devrîm Demîr anî ziman ku ji bo parastina çanda jinan têdikoşin û got, “Qedexeyên li ser jinan dewam dikin.

Carnan ji ber cil û bergên me yên neteweyî û carnan jî ji ber zimanê me, qedexeyan derdixînin. Lê belê ev qedexe li pêşiya afirînerî, huner, çand û nasnameya jinan, nikarin bibin astengî. Ji bo ku bikarin çanda xwe bijîn û biparêzin, jin di bin sîwana KASED’ê de kom bûn. Armanca me mezin e. Em ê ne tenê li Amedê, li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibin û çanda xwe bigihînin hemû jinan. Em ê ji bo hemû jinên hatine astengkirin qadên nû biafirînin. Mebesta konsera me, piştevanî ye. Ji bo ku huner hinek civakî bibe, em li vê derê ne. Heke em bi hev re têbikoşin, wê demê em ê bikarin huner azad bikin. Bi girtina saziyên me, xwestin dengê me qut bikin. Lê bi ser neketin. Em roj bi roj mezintir dibin. Bi vekirina saziyên nû, me hunerê xwe gihand gelek kesan û azadtir kir.”

‘Êrişî bîra civakê dikin’

Bi domdarî, Demîr got, êrişên li dijî wan bi gelek awayên cuda didomin û wiha pê de çû: “Em baş pê dizanin, bê ka huner bandoreke çawa li civakê dike. Lewma bi mihrîcanên çand û huner xwestin teşe bidin civakê. Lê belê mihrîcanên wan, xizmet ji civakê re nekir. Xebatên me qedexe dikin û bi vê yekê dixwazin me ji holê rakin û daxwazên xwe pêk bînin. Ev hewldana wan, êrişa li dijî bîra civakê ye.”

Piştî axaftina Demîr, Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dikê. Kolektîfê, bi stranên xwe yên gelêrî dilê hunerhezan xweş kir. Piştre jî ji komên rojhilatê Kurdistanê, Koma Heray derket ser dikê û stranên xwe gotin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.