‘Em bi gerîla re ne’

Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:33

  • Ciwanên Kobanê bi dirûşma "Werin Cenga Azadiyê, em ê xiyanetê têk bibin" li dijî dagirkeriyê meşiyan. Li Eyn Îsayê jî dagirkeriya dewleta Tirk bi beşdariya koçberên ji Girê Spî hat rûreşkirin. 

Ciwanên Kobanê bi dirûşma "Werin Cenga Azadiyê, em ê xiyanetê têk bibin" li dijî dagirkeriyê meşiyan. Li Eyn Îsayê jî dagirkeriya dewleta Tirk bi beşdariya koçberên ji Girê Spî hat rûreşkirin. 

Jinên ciwan ên navçeya Qinê ya ser Kobanê, bi meşekê xiyaneta malbata Berzanî şermezar kir û piştgirî da gerîlayên azadiya Kurdistanê. Meşê li pêşiya Meclîsa Navçeya Qinê dest pê kir û heta gundê Êlecaxê domiya.

Xwepêşandêran bi daxuyaniyekê, bang li partiyan kir da ku li hemberî xiyaneta malbata Barzanî bêdeng nemînin: “Faşîzma dewleta Tirk bi destê malbata Barzanî li ser Kurdan siyaseteke pirr qirêj dide meşandin. Di navbera dewleta Tirk a dagirker û malbata Barzanî de ji bo têkbirina gerîlayên azadiya Kurdistanê pîlanên pirr qirêj tên kirin. Em jî diyar dikin ku em ê bi her awayî piştgiriyê bidin gerîlayan."

Ciwan divê li ber dagirkeriyê rabin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Herêma Firatê li Eyn Îsayê jî xwepêşandan li dar xist. Bi sedan xelkê navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Dispilîna Leşkerî dest pê kir û li Çerxerêya Şaredariyê veguherî mîtîngê.

Endama rêveber a Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê, Hebûn Mihemed êrişên hevbeş ên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Hebûn got, xiyaneta malbata Barzanî, xizmeta pîlanên dagirkeriya Tirk dike ku hewl dide herêmê dagir bike û gelên wê qir bike.

Hebûn wiha domand, “Gelên herêmê, bi taybetî ciwanan, li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe da û bi ser ket. Ji cîhanê re îsbat kirin ku ti hêz nikare berxwedana wan têk bibe.”

EYN ÎSA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.