Elmanya ji MÎT´ê ditirse!
Sêşem 9 Tebax 2022 - 22:36
- Eşkere bû ku Elmanyayê ji hezaran sîxurên Tirk di nava du salan de tenê 8 kirine ber lêpirsînê. Ev yek jî ji gelek nîşanên wê yekê ye ku hikûmeta Elman xwe ji sîxurên MÎT´ê vedide, belkî jî ji wan ditirse.
Eşkere bû ku li Elmanyayê di nava du salên dawî de 8 kes ji ber karên sîxuriya dewleta Tirk ketine ber lêpirsînê. Her wiha dewleta Tirk di nava salê de ji bo radestkirina 48 kesan jî miracaetî Elmanyayê kiriye.
Parlamentera Elmanyaya Federal a ji Partiya Çep Sevîm Dagdelenê, têkildarî hevkariya ewlekariy û ya hiqûqî ya hikûmeta Berlînê bi rejîma Enqereyê re, her wiha karên îstîxbarata dewleta Tirk û miracaetên li Înterpolê, beriya bi çend rojan pêşnûmapirsek dabû hikûmetê. Hikûmetê di bersiva xwe de da zanîn ku di 2021 û 2022´yan de bi giştî 8 kes ji ber sîxurtiya ji bo dewleta Tirk ketine ber lêpirsînê.
Lê Elmanya bi awayekî ji rêûresmê, zêde serê xwe ji sîxurên Tirk naêşîne. Wan bigire jî yan teslîmî dewleta Tirk dike, yan jî cezayên weke xelat li wan dibirre. Çawa ku di bûyera Alî D. yê 41 salî de. Li ser Alî D. tesbît bû ku wî sîxurtî ji dewleta Tirk re kiriye û ji bo MÎT´ê nexasim li dijî Kurdan agahî berhev kirine. Dadgeha ku ev sûcên Alî D. û her wiha li ser xwe gerandina sîlehê ya bê destûr jî tesbît kir, li şûna Alî D. yê sîxur ceza bike, 14´ê Tîrmeha bihurî ew xelat kiribû: Li vî sîxurî salek û 9 meh ceza hatibû birrîn û ji ber dema di nezaretê de jî bi şert hatibû berdan.
Ji ber wê jî divê em li ber çavan bigirin ku lêpirsînên behsa wan tê kirin jî zêde cidî nebûne.
Dewleta Tirk Înterpolê ji xwe re dişixulîne
Hikûmeta serokwezîr Olaf Scholz (SPD) 29´ê Tîrmeha bihurî bersiv da pêşnûmapirsa Sevîm Dagdelen. Di bersiva kurt de li gorî qeydên Midûriyeta Polêsan a Federal a Elmanyayê, dewleta Tirk sala 2021'ê 291 caran, sala 2022'yan jî heta 15'ê Tîrmehê jî 203 caran miracaetî Înterpolê kiriye.
Li gorî heman bersivê, dewleta Tirk sala 2021'ê ji Elmanyayê xwestiye 79 kesan radestî wê bike. Hikûmeta Elman her wiha da zanîn ku heta 19'ê Tîrmeha 2022'an jî dewleta Tirk ji wê xwestiye ku 48 kesan radest wê bike. Hikûmeta federal a Elmanyayê eşkere nekir ka bê ev kes kî ne û ji ber kîjan lêpirsînan dewleta Tirk doza radestkirina wan kiriye.
Hevkariya hiqûqî bi rejîma qirker re
Hikumetê li ser hevkariya Enqere-Berlînê ya di mijarên hiqûqî de jî agahî dan. Li gorî vê yekê, sala 2021'ê dewleta Tirk 463 caran, sala 2022'an jî 300 caran ji Elmanyayê piştgiriya hiqûqî xwestiye û bi vê armancê miracaet kiriye. Hikûmeta Scholz eşkere nekir bê ka piştgiriya hiqûqî ya hatiye xwestin çi ye.
Ji 6 hezaran 8 kes ketin ber lêpirsînê
Sala 2016´an hikûmeta hingê ya Elman dabû zanîn ku qederê 6 hezar sîxurên MÎT´a Tirk li Elmanyayê hene. Axir heger ev qas sîxur hene, Elmanya çi dike? Ev pirs hingê jî gelekî hatibû kirin. Lê bersiveke mirovan qaneh bike, nehatibû dayîn. Ev bersiva hikûmeta Scholz jî tenê nîşan dide ku ji qederê 6 hezar sîxurên Tirk par û îsal bi giştî tenê 8 ketine ber lêpirsînê.
Hikûmeta federal di bersiva xwe de li ser karên îstîxbaratê yên dewleta Tirk ên li Elmanyayê got, sala 2021'ê 7 kes bi gumana ku sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin ketine ber lêpirsînê. Her wiha di nava salê de (Heta 19'ê Tîrmeha 2022´yan) kesek ji ber sîxuriya ji bo dewleta Tirk ketiye ber lêpirsînê.
Beriya niha hatibû eşkerekirin ku di nava sala 2020'an de 4 kes ji ber karên sîxuriya ji MÎT'a Tirk re ketine ber lêpirsînê. Hikûmeta federal, tevî gelek pêşnûmapirsan jî li ser naveroka lêpirsînên li hemberî sîxuran ti agahiyê nade.
MÎT´a ku bêdengiya Elmanyayê ji bo xwe weke firsendekê dibîne, bi taybetî ji sala 2016'an ve karên sîxuriyê gelekî zêde kirine. Herî dawî sala 2021'ê, Cotmehê, Tirkekî ku li oteleke Dusseldorfê bi fîşekan û lîsteyeke navan hate destgîrkirin, eşkere kiribû ku ew ji bo MÎT'ê dixebite. Li wî tenê salek 9 meh ceza hatibû birrîn û ew 14´ê Tîrmeha bihurî hatibû tehliyekirin.
Texmînên rayedarên Elman 6 hezar sîxurên Tirk be jî, tê texmînkirin ku li Elmanyayê qederê 8 hezar kesan ji MÎT'ê re dixebitin. Di karên îstîxbarata Tirk de saziya DÎTÎB'ê ya ser bi Diyaneta dewleta Tirk, bi roleke girîng radibe. Li 900 mizgeftên DÎTÎB'ê, îmamên Tirk agahiyên têkildarî muxalifên rejîma Erdogan yekser didin konsolosxaneyan û sefaretxaneyê. Ji destpêka sala 2017'an û vir ve di lêpirsînên têkildarî hin îmamên DÎTÎB'ê de gavek nehatiye avêtin. Dozgeriya federal piştre ev dosya hemû girtibûn.
BERLÎN